Di çarçoveya şerê Îran û Amerîk-Îsraîlê de, Tehranê ragihand ku di operasyona rizgarkirina pîlotê Amerîkî de, wesayîtên hewayî yên artêşa Amerîkayê hatine xistin.
Pasdarên Şoreşê yên rejeîma Îranê (IRGC) eşkere kir ku di encama operasyoneke hevbeş ya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê de “wesayîtên hewayî yên dijmin” hatine îmhakirin û 5 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Amerîkayê jî bi daxuyaniyek aşker kir ku wesayîtên hewayî yên xesar dîtin ji aliyê wan ve hatin îmhakirin.
C-130 û du helîkopterên Black Hawk hatin xistin
Berdevkê Biryargeha Navendî ya Hatemul Enbiya, ku navenda fermandariya yekbûyî ya Hêzên Çekdar ên Îranê ye, hûrguliyên wesayîtên hatine xistin parve kirin. Li gorî îdîayê: Balafireke veguhastina leşkerî ya cureya C-130 li başûrê Îsfahanê hatiye xistin. Du helîkopterên cureya Black Hawk hatine îmhakirin. Her wiha hat diyarkirin ku balafireke bêpîlot ya Îsraîlê jî li heman herêmê hatiye xistin.
Di êrîşên şevê de 5 çekdarên Îranê hatin kuştin
Li aliyê din, ajansa nûçeyan ya Tasnimê ragihand ku di encama êrîşên Amerîkayê yên ji bo dîtina pîlotan de, li herêma Kuh-i Siyah ya parêzgeha Kohgîluye û Buyer Ehmedê 5 kesan hatin kuştin. Berpirsê eyaletê Îrec Kazemicû diyar kir ku ev kes di dema operasyona lêgerîna pîlotan ya Amerîkayê de hatine kuştin. Di van daxuyaniyên rayedarên Îranê de tê gotin ku Pentagonê an jî Washingtonê derbarê windakirina C-130 û helîkopteran de ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
Amerîka: Balafirên xesar dîtin me îmha kir
Lê rayedarên Amerîkayê derbarê mijarê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wesayîtên di operasyona pîlot de xesar dîtin ji bo nekevin destê neyar me wan îmha kir. Ev di gelek ajans û malferên dijîtal de hatin parvekirin.













