Serokê Amerîkayê Donald Trump duh daxuyanî da û di daxuyaniyê de gefa êrişê li Îranê xwar.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyê de ji Îranê xwest ku were ser maseyê û mijara çeka nukleerû nîqaş bike. Trump diyar kir ku Îran muzakereyê qebûl neke û ji bo pergala nukelerî peymanê îmze neke dê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) di êrişeke din ya bihêztir bibe ser Îranê da ku ji bo muzakereyê encamek bidest bixe.
Îranê jî piştî vê daxuyaniya gefxwarina Trump, bersiv da û got: “Heke êrişeke li dijî Îranê pêk bê dê Îran bersivê bide û êriş bibe ser Amerîka û Îsraîlê.”
Serokê Amerîkayê wiha got: “Divê Îran li gor berjewendiyê hemu aliyan peymaneke adîl û çeke. Ji bo vê jî hêviya me ev e ku Îran were ser maseyê û derbarê çênkirina çeka nukleerî de peyman çeke.”
Trump dibêje ku Îran vê qebûl neke û ji muzakereyê bireve êrişeke nû ya hê mezintir bibin ser Îranê.
Şêwirmendê Serokê rejîma Îranê Ali Şamhani bersiv da gefa Trump û got: “Yek hebek leşkerê Amerîkayê êrişî Îranê bike dê Îran, Amerîka û Îsraîlê bike hedefa êrişên xwe.”













