Amerîkayê Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Îranê yê NY Saadat Agacanî bi hinceta “fikarên ewlehiya neteweyî” ji welat derxist.
Li gorî agahiyên nûçeya Axiosê Washingtonê bi awayekî bêdeng di meha Kanûnê de protokola “Madeya 13emîn” ya ku bi ewlehiya neteweyî ve girêdayî ye xist dewrê û dîplomatê payebilind yê Îranê Saadat Agacanî ji welat derxist. Agacanî Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Îranê yê di NYyê de wezîfedar bû.
Zextên Dîplomatîk tund dibin
Ev biryara dersînorkirinê nîşaneya kûrbûna krîza di navbera Washington û Tehranê de ye. Hat ragihandin ku di mehên dawî de bi kêmanî 3 dîplomatên Îranî hatine dersînorkirin û ji bo dîplomatên din yên Îranî yên li Amerîkayê jî sînorên tund ên tevgerê hatine danîn.
Prosedura ‘madeya 13emîn û ewlehiyê
DYA vê madeyê ji bo dîplomatên ku li derveyî çarçoveya wezîfeya xwe ya dîplomatîk tevdigerin û wekî gef li ser “ewlehiya neteweyî” tên dîtin, bi kar tîne. Tê diyarkirin ku ev pêngav beşek ji stratejiya Amerîkayê ya ji bo sînordarkirina çalakiyên dîplomatîk ên Îranê ye.







