Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê lîsteya welatên ku serdana wan neyê kirin hat nûjenkirin. Di nûjenkirinê de tê diyar kirin ku welatiyên Amerîkayê Iraq û Îran jî di nav de neçin 21 welatan. Hat diyarkirin ku ev 21 welat di katagoriya 4emîn de xeternak hatine pênasekirin.
Wezaret eşkere dike ku sefaretên Amerîkayê li van 21 welatan nikare alîkariya rizgarkirinê bide welatiyên xwe.
Di daxuyaniya Amerîkayê de tê gotin ku di van 21 welatan de îstîkrar û ewlehiya navxweyî nîn e, rêjeya sûç bilind e, gefa terorê heye û şerên nevxweyî heye. Ev jî ji bo serdana van welatan xetereyên mezin derdixe holê.
Welatên ku ji aliyê Amerîkayê ve ji bo seyranê xetere tên dîtin, ev in: Iraq, Îran, Sûriye, Afganistan, Rûsya, Ukrayna, Lubnan, Yemen, Lîbya, Somalî, Sudan, Sudana Başûr, Belarus, Burkina Faso, Burma (Myanmar), Komara Navîn ya Afrîkayê, Haiti, Mali, Nijer, Koreya Bakur û Venezuela.













