Çavkaniyên navneteweyî angaştin ku Serokê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Hatîb ji hêla Îsraîlê ve hate kuştin.
Di şerê Îsraîl-DYA û Îranê de windahiya berpirsyarên Îranê zêde dibe. Piştî kuştina duh a Serokê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Laricanî hate ragihandin ku Serokê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Hatîb jî di encama êrişên Îsraîlê de hatiye kuştin.
Angaşta kuştina Qalîbaf jî hatibû kirin
Îsraîlê duh jî ragihandibû ku Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind Elî Larîcanî kuştiye. Her çiqas çapemeniya Fars duh ev yek red kiribe jî îro rayedarên Îranê kuştina Larîcanî ragihand. Di seatên sibê de Îsraîlê ragihandibû ku Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî kuştiye. Lê heta niha Îranê bi fermî derbarê kuştina van her du rayedarên xwe de daxuyaniyek ne daye.













