Îsraîlê ragihand ku di êrişek şeva borî de Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hatiye kuştin.
Medya Îsraîlê ragihandin ku direngiya şeva borî di êrişek Îsraîlê de, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hatiye kuştin. Hate diyarkirin ku li benda rayedarên Îranî ne ku nûçeyê piştrast bikin û îhtîmale di demek nêzîk de were belavkirin.
Îranê kuştina Laricanî piştrast kir
Hêjayî gotinê ye ku piştî duh rayedarên Îsraîlê ragihandin ku wan Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî kirine hedef û kuştine, îro Îranê piştrast kir. Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê bi daxuyaniyekê kuştina Elî Larîcanî piştrast kir.













