Di şerê li gundewarên Tişrînê de 14 çeteyên SMOyê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji herêmê ragihandin, komên çete yên SMOyê ku girêdayî Tirkiyeyê ne saet di 14.00an de ji du aliyan ve êrişî gundên Til Ariş û El Elûş ên li ser rêya bajaroka Ebû Qel Qel a di navbera Bendava Tişrîn û Minbicê de kirin.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersivek xurt dan êrişan û şerekî dijwar qewimî. Di vî şerê de êrişên çeteyan hatin şikandin û hat gotin ku herî kêm 14 çete hatin kuştin û di dehan çete jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li herêmê şer didome.