Enqere – Ji mamosteyên ANKA-DERê Yakup Akyol anî ziman ku ANKA-DER bi sê zaravayên Kurdî perwerdehiyê dide û got: “Heta niha bi giştî 600 şagirtên me li vir astên perwerdehiyê qedandin. Niha jî nêzî 100 xwendekarên me hene.”
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), li dijî polîtikayên bişavtinê yên li ser zimanê Kurdî di 12ê Hazîrana 2022yan de li Enqereyê ava bû. ANKA-DER ku nezî 3 sal in li Enqereyê xebatên ziman, çand û hunera Kurdî bi rê ve dibe. Di van sê salan de gelek kes di warê Kurdî de hatin perwerdekirin. ANKA-DER bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî perwerdeyê dide û ji aliyê hunerî ve jî dersên weke tenbûr û erbanê dide. Enqere ku yek ji bajarên Tirkiyeyê ku hejmarek zêde Kurd lê dijîn. Gelek kes eleqeyê nîşanî perwerde û xebatên ANKA-DERê didin û diçin kursên wê.
Yek ji mamosteyên ANKA-DERê parêzer Yakup Akyol têkildarî xebat û projeyên ANKA-DERê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Em bi sê zaravayan perwerdeyê didin’
Yakup Akyol diyar kir ku ew bi sê zaravayên Kurdî perwerdehiyê didin û gelek kes eleqeyek mezin nîşanî perwerde û xebatên ANKA-DERê didin. Yakup Akyol anî ziman ku heta niha 600 şagirt-xwendekar li ANKA-DERê xwendina xwe kuta kirin e û wiha got: “Atolyeyên me yên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî hene û ji aliyê hunerî ve jî atolyeyên me yên erbanê û tenbûr hene. Bi Kurmancî perwerdehiya me ji asta destpêkê heta asta sêyemîn berdewam heye. Heke şagirtên me asta sêyemîn biqedînin wê derbasî asta mamostetiyê bibin û di wê astê de jî perwerdeheyî bibînin. Di Kirmanckî de jî perwerdehiyên me yên asta destpêkê û yekemîn hene. Soranî jî em di asta destpêkê de didin. Mamosteyên me bi van zaravayên Kurdî perwerdehiyê didin. Niha jî ji aliyê perwerdehiya ziman ve di atolyeya Kurmancî de 70 şagirtên me hene û di atolyeyên Soranî û Kirmanckî de jî 25 şagirtên me hene. Di atolyeyên me yên muzîkê de jî nêzî 30 şagirtên dersa tenbûr û erbanê werdigirin hene.”
‘Em dixwazin komxebatekê li dar bixin’
Yakup Akyol destnîşan kir ku di siberojê de projeyên wan ên derbarê ziman de jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji bajarê ku Kurdên Anatoliyaya Navîn lê dijîn Enqere ye. Gelek Kurd li Enqereyê dijîn. Her wiha di zanîngehan de jî gelek xwendekarên Kurd hene. Heta sala 2016an KURDÎ-DER li vir xebatên fêrkirina ziman û çandê dida meşandin. Piştî KURDÎ-DER hat girtin heta 2022yan xebatên ziman û çandê jî li Enqereuê nebûn. Ji ber vê yekê piştî ANKA-DER ava bû, heta niha me xwendekar û mamoste têgihand. Ji niha şûn ve jî em dixwazin ji bo pêşvebirina ziman, komxebatan bi mamoste û şagirtan re li dar bixin. Em dixwazin li ser vê mijarê kûr bibin û projeyan ava bikin. Daxwaza gel hebû ku li vir komeleyeke ziman û çandê ava bibe. Piştî me komele ava kir, me dît ku di polên me de cih namîne. Gelek kes hatin saziyê. Em salane sê serdeman ders didin. Her serdem polên me tijî dibin. Em ji bo xebatên xwe bandoreke erênî dibînin.”
‘Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
Yakup Akyol bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî fermî û perwerdehiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd daxwaza perweredehiya bi zimanê Kurdî dike. Heke dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi Kurdan re çareseriyekê li pêş bixîne, çareserî jî bi gavên erênî dikare pêk were. Gava ewil jî ziman e. Niha zimanê Kurdî qedexe ye û astengî li pêş hene. Heke di parlamentoyê de du peyvên Kurdî dema hat qedexekirin ew tê wateya ku ziman qedexe ye. Qedexekirin jî tune hesibandin e. Em weke Kurd û mamosteyên zimanê Kurdî dixwazin di qanûna Tirkiyeyê de astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û mafê perwerdehiya fermî ya Kurdî bê naskirin. Divê li dijî polîtikayên bişavtinê xebat bên meşandin. Divê di vî warî de siyaseta demokratîk bi rola xwe rabe. Divê ji bo zarokan li her derê kreş bên vekirin. Pêwîst e bi her awayî û li her cihî saziyên sivîl û siyaseta demokratîk xebatên ziman bi rê ve bibin.”