Enqere – Atolyeyên zimanê Kurdî yên serdema nû yên ANKA-DERê ku li Enqereyê perwerdehiya zimanê Kurdî dide dest pê kir. Şagirtên perwerdehiya zimanê Kurdî dibînin xwestin mafê perwerdehiya fermî mîsoger bibe.
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), li dijî polîtikayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, di 12ê Hazîrana 2022an de li Enqere ava bû. ANKA-DER ku 3 sal in li Enqereyê bê navber perwerdehiya zimanê Kurdî dide dest bi atolyeyên serdema nû kir. Di atolyeyên ANKA-DERê de ji bo zaravayê Kurmancî ji asta destpêkê heta asta mamostetiyê perwerdehî tê dayin. Ji bo zaravayê Kirmançkî jî asta destpêkê û yekêmîn perwerdehî tê dayin. Ji bo zaravayê Soranî jî di asta destpêke de perwerdehî tê dayin. Ji bilî atolyeyên ziman ji bo atolyeyên hûnerê weke tenbûr û erbanê jî perwerdehiyên ANKA-DERê berdewam dikin.

Atolyeyên ANKA-DERê yên serdema nû dest pêkirin. Şagirtên ku dixwazin ferî zimanê Kurdî bibin tên li van atolyeyan perwerdehiya ziman dibinin. Şagirtan bi lêv kirin ku ew bi mabesta pêşxistina zimanê Kurdî tên atolyeyan û xwestin ji bo mîsogerkirina aştiyê dewlet dev ji polîtikayên pişaftinê berde û zimanê Kurdî di dibîstanan de weke zimanê fermî nas bike.
‘Dixwazim bi zimanê xwe xebatan bikim’
Ji Şagirtan Omer Ayaz ku di atolyeyên asta 2emîn de perwerdehiya zimanê Kurdî dibîne anî ziman ku ew li dijî polîtikayên pişaftinê perwerdehiyê dibînin û wiha axivî: “Ji destpêka dîrokê heta niha em bi ziman û çanda xwe jiya ne. Tevî polîtikayên pişaftinê û zext û zoran jî zimanê Kurdî bi dengbêjî û têkoşînê heta îro hatiye. Em jî ji bo zimanê Kurdî di pêşerojê de behtir xurt bibe û bigehejê nifşên nû hatin perwerdehiyê. Em dixwazin zimanê Kurdî hîn bibin û bi zimanê xwe xebatan bikin. Dixwazim li ser çîrokên herêma Kurdistanê lêkolînan bikim û çîrokan berhev bikim. Piştî ez zimanê Kurdî baş hîn bibim, ez ê bixebitim.”
‘Divê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin’
Omer Ayaz da zanîn ku mafê hemû netewan heye ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û got: “Divê mafê perwerdehiya zimanê Kurdî be naskirin. Ji dibîstanan heta zanîngehan divê perwerdehiya Kurdî hebe û Kurd bikarin di warê akademiyê de jî bi zimanê xwe xebatên xwe bikin. Divê hemû Kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin. Beriya ku zimanên biyanî hîn bikin divê zimanê xwe hîn bikin. Dibêjin, ‘Her ziman miroveke’ lê dema meriv zimanê xwe nezanî hebûna mirov jî kêm dimîne.”
Berê bi Kurdî nedizanî lê niha mamosteyê Kurdî ye
Ji mamosteyên ANKA-DERê Berra Alankuş jî li Stenbolê di Komeleya Lêkolînên Kurdî de ferî ziman bû ye û niha jî li ANKA-DERê jibo şagirtên asta yekêmîn perwerdehiyê dide. Berra Alankuş jî diyar kir ku wê qet Kurdî nedizanî lê niha perwerdehiya Kurdî dide û ev tişt got: “Ji bo zimanê Kurdî winda nebe ez piştî ferî Kurdî bûm, min dest bi mamostetiyê kir. Dixwazim Kurdî fêrî hemû kesan bikim. Li dijî polîtikayên pişaftinê divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin. Bi vî awayî em dikarin polîtikayên pişaftinê vala derxînin. Heke ziman nebe em nikarin xwe nas bikin. Ji bo aştiyeke mayinde pêk were di serî de divê mafê perwerdehiya fermî yê zimanê Kurdî bê mîsogerkirin.”
‘Divê zarokên Kurd jî li dibîstanan fêrî zimanê xwe bibin’
Abdullah Baysal jî li ANKA-DERê perwerdehiya asta mamostetiyê dibînê û di heman demê de jî perwerdehiya asta 2emîn dide. Abdullah Baysal bi lêv kir ku ew li ANK-DERê fêrî xwendin û nivisîna Kurdî bûye û wiha got: “Ez li Agiriyê mezin bûm. Min Kurdî ji berê jî dizanî. Ez li ANKA-DERê jî fêrî xwendin û nivisîne bûm. Xebatên ji bo ziman û dîroka Kurdî pir girîng e. Ez jî dixwazim zimanê xwe hîn bikim û ji bo Kurdî xebatan bikim. Armanc dikim ku li ser dîrok û zimanê Kurdî lêkolînan bikim. Di vê pêvajoya aştiyê de divê ji bo zimanê Kurdî jî derfet bên avakirin. Zimanê Kurdî bi awayekî fermî be naskirin. Ji bo zimanê me nebe zimanekî mirî divê zarokên Kurd jî li dibîstanan fêrî zimanê xwe bibin. Aştî bi ziman destpê dike. Heta bi zimanê me re aştiyê nekin nikarin bi me re aştiyê bikin. Banga me ji gel, divê her kes xwedî li zimanê xwe derbikevin. Werin atolyeyên Kurdî û perwerdehiya Kurdî bibinin.”

















