Xizmên windayan û İHDa Amedê bi şiara ‘Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin’ akûbeta Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk pirsin.
Xizmên windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu kom bûn û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê çalakî li darxistin. Di çalakiya vê hefteyê de akûbeta Bijîjk Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk hat pirsin. Mehmet Emîn Ayhan di 10ê Hezîrana 1992yan de li pêşiya mala xwe ya li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin. Kedkarê tenduristiyê Hamît Pamûk jî di 21ê Hezîrana 1993yan de li navçeya Rezanê ya Amedê ji aliye hin kesên bi rûpoş ve hatibû kuştin.
Destpêkê segreterê Şaxa ÎHDa Amedê Omer Saman axivî û diyarkir ku li erdinîgariya wan şer her diçe zêde dibe û got: “Em hêvîdar in ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê destpêkiriye ji bo hemû Rojhilata Navîn bine mînak.” Dû re Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen çîroka Mehmet Emîn Ayhan parvekir û got: “Mehmet Emîn Ayhan ê ku di sala 1954an de li Nusibînê hatibû dinyayê li Nexwrşxaneya Dewletê ya Sîlvanê wekbijîşkê pispor dixebitî. Mehmet Emîn bi kesayeta xwe ya welatparêz dibû alîkarê gel û bi gel re diyaloga wî xurt bû. Ji aliyê gel ve dihat hezkirin û di nav gel de kesekî rêzdar bû. Bi vê sekna xwe bala Hizbullahê kişand û bû hedef.”
Endama Komîsyona Windayan ya ÎHDê Berfîn Elçiyê jî çîroka Hamît Pamûk parvekir û got: “Hamît Pamûk ê di sala 1961ê de li navçeya Kulpê ya Amedê hatibû dinê li Nexweşxeneya Zaningeha Dîcleyê wekî teknîsyenê rontgenê dixebitî. Hamît Pamûk di heman demê de faaliyetên sendîkal dimeşand. Bi têkilî û diyalogên xwe yên jidil ên bi gel re bibû sedem ku ji aliye gel ve bê hezkirin. Ji ber vê kesayeta xwe ya rêzdar bû hedefa hêzên tarî. Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên di sala 1993yan de dema danezana 1ê Gulanê dixwend rastî gefxwarinên polisan hatibû. Di 21 Hezîrana 1993yan de li navçeya Rezanê li sek kolana Kedê ji aliye sê kesên bi rûopoş ve hate kuştin.”