Abbas Arakçî bi daxuyaniyek diyar kir ku Amerîka daxwazên wan şaş nexwîne û ew dixwazin ku şerê li dijî wan pêk tê ji binî ve bê rawestandin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi, derbarê hewildanên agirbestê û rawestandina şer de daxuyaniyên krîtîk dan. Arakçî destnîşan kir ku Îran naxwaze şer demkî bisekine, lê belê daxwaza wan bidawîkirina şer bi giştî ye.
‘Medyaya Amerîkayê helwesta me şaş dixwîne’
Arakçî di peyameke li ser platforma Xê de diyar kir ku helwesta welatê wî ji aliyê medyaya Amerîkayê ve bi zanebûn an jî bi şaşî tê berovajîkirin. Arakçî got ku tiştê ku ji bo me girîng rawestandina vê şerê ku bê hiquq li dijî me pêk tê ji binîve raweste.
‘Spas ji bo Pakistanê û navbeynkarê din’
Wezîrê Îranî her wiha spasiya Pakistanê kir ji bo hewildanên wan ên navbeynkariyê û got ku hikûmeta Tehranê tu carî serdana Îslamabadê red nekiriye.
Rageşî û mercên agirbestê
Di demekê de ku Trump gefa “serdema kevirî” li Îranê dixwe, daxuyaniya Arakçî nîşan dide ku Tehran li benda garantiyên navneteweyî ye. Îran daxwaz dike ku êrîş bi temamî bisekinin û binesaziya wan ya enerjiyê nebe hedef.













