Artêşa Tirk li sînorê Dihokê wesayîtek pêşmergeyan bombebarankir. Tê gotin birîndar hene. Her wiha mala welatiyekî jî li Batûfayê hat bombebarankirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gihişt Bexdayê, bi gihiştina Fîdan re êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî zêdetir bûn.
Li gorî nûçeya RojNewsê; li nêzî gundê Girêbî ya ser bi bajarokê Batûfa ya ser bi navçeya Zaxoya Dihokê ve wesayîtek pêşmergeyan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye bombebaran kirin. Nehat zanîn êriş bi balafira bê mirov an jî bi topbaranê pêk hatiye. Hat diyarkirin ku şofêrê wesayîtê birîndar bûye û xesarek mezin di wesayîtê de rû daye.
Her wiha RojNewsê ragihand ku artêşa Tirk di heman demê de li gundê Dêmya ya ser bi Batûfayê ve mala welatiyekî topbaran kiriye. Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.