Artêşa tirk şevê din karwaneke mezin a leşkeran sewqî herêma Berwarî Bala ya Amêdiyê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê şevê din artêşa tirk bi karwaneke mezin leşker û cebilxane şandin herêma Amêdiyê ya başurê Kurdistanê. Hat dîtin ku nêzî 100 wesayîtên zirxî, kel û pelên leşkerî, çek û teqemenî ji Berwarî Bala ve derbasî başûrê Kurdistanê kirin. Karwana leşkerî ji bakurê Kurdistanê derbasî Amêdiyê ya başurê Kurdistanê kirin. Li gorî heman çavkaniyan, dewleta tirk hejmara leşkerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde dike.
Li gel ku leşkerên tirk hêza xwe li axa başûrê Kurdistanê zêde dike jî hikûmeta Başûr û Iraqê li hemberî vê yekê bêdeng dimîne.