Artêşa Tirk li gundên li herêma Geliyê Dirî ya li bejahiya navçeya Gevera Colemêrgê dest bi operasyonê kir.
Hat zanîn ku li gundên herêma Geliyê Dirî ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, êvara roja Yekşemê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Hate ragihandin ku operasyon li zozan û mêrgên gundên Soryan, Bilindbasan û Birdikê tê birêvebirin.
Her wiha tê gotin, li Zozanê Navşiyanê jî liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye.
Li herêma ku operasyonê lê dest pê kir, ji serê sibehê ve liv û tevgera helîkopteran dest pê kir. Her wiha ji bejahiyê ve jî wesayitên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.
Artêşa Tirk ketina ji derve ya gundên li herêma operasyonê asteng dike.
Hate ragihandin ku li qadên Masîro û Dirîşke yên li bejahiya navçeya Elbak a Wanê jî liv û tevgera leşkerî heye.