Dezgeha Asayîşa Başûrê Kurdistanê ragihand ku wan 10 çeteyên DAIŞê ya bi navê ‘Ketîbeya Pêncî ya Selmanê Farist’ girtiye.
Dezgeha Asayîşa Herêma Federal Kurdistanê ragihand ku bi hevkariya Dezgeha Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê di çend operasyonan de ya li herêma Helebce, Seyîdsadiq, Pênciwên, Germiyan û Diyala karîne komeke çeteyên DAIŞê bigirin.
Di operasyonê de 10 çete hatine girtin û dest danîn ser 8 çek, yek demance, du bomeyên dest, madeyên teqemenî û kemereke xwekujî.
Hate ragihandin ku endameke yê asayîşê jî birîndar bûye.













