Hêzên Asayişa Hundirîn a Hesekê piştî vekişiyana komên Hikumeta Demkî ya Sûriyê li navçeyên Til Beraq û Til Hemîs ên dikevin Başûrê Rojhilatê Hesekê.
Ji nûve vesaziya hêzên ewlehî û leşkerî yên di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de berdewam dikin. Hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyê herî dawî xwe ji navçeyên Til Beraq û Til Hemîs ên dikevin Başûrê Rojhilatê Hesekê vekişandin. Piştî vekişîna hêzên Şamê, Hezên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê li van her du navçeyan bi cih bûn. Hêzên Asayîşê bi karwanek mezin ketin her du navçeyan û li saziyên ewlehiyê bi cih bûn.
Dê Şam heta derveyî Şedadê bikişe
Li gorî Peymana 29ê Çileyê hêzên Şamedê dê ji bajaroka Holê jî vekişin û heta derveyî navçeya Şedadê biçin. Bi vekişiyana komên Şamê re dê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li van deveran jî bi cih bibe û ewlehiyê bigire.
Li Kobanê jî vekişîn didome
Li Kobaniyê jî bi Hikumeta Demkî ji hind deveran komên xwe vekişandin. Vesaziya di navbera Hêzên Ewlehiya Helebê û Hêzên Ewlehiya Hundir a Kobanê li ser sînorên bajar noqteyên kontorlê yên hevpar avakirin. Piştî avakirina bendên kontrolê ewlehiya tevahiya gund, bajarok û navçeyên Kobaniyê ji nûve tên sererastkirin.
Her wiha di çarçoveya vesaziyê de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî hêzên xwe li Hesek, Qamişlo, Dêrik û Kobaniyê ji nûve bi cih kir.













