• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Îranê girtî 8 roj in di greve de ne

    Li Îranê girtî 8 roj in di greve de ne

    Awesta: Ziman xeta me ya sor e

    Awesta: Ziman xeta me ya sor e

    Fragmana ‘Hey Hawar’ hat weşandin

    Fragmana ‘Hey Hawar’ hat weşandin

    Newaf Xalîl: Gel piştgiriyek mezin dide HSDê

    Newaf Xalîl: Gel piştgiriyek mezin dide HSDê

    ROJEVA 03ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 03ê TEBAXA 2025an

    MÎTê  Beriya Hevdîtinên Parîsê ferman ji Şamê re Şand

    MÎTê Beriya Hevdîtinên Parîsê ferman ji Şamê re Şand

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Îranê girtî 8 roj in di greve de ne

    Li Îranê girtî 8 roj in di greve de ne

    Awesta: Ziman xeta me ya sor e

    Awesta: Ziman xeta me ya sor e

    Fragmana ‘Hey Hawar’ hat weşandin

    Fragmana ‘Hey Hawar’ hat weşandin

    Newaf Xalîl: Gel piştgiriyek mezin dide HSDê

    Newaf Xalîl: Gel piştgiriyek mezin dide HSDê

    ROJEVA 03ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 03ê TEBAXA 2025an

    MÎTê  Beriya Hevdîtinên Parîsê ferman ji Şamê re Şand

    MÎTê Beriya Hevdîtinên Parîsê ferman ji Şamê re Şand

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Astengiyên aştiyê û gevên çareseriyê

Racî Abî / AW

3 TEBAX 2025 - 09:38
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A
Serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1ê Cotmehê de destê parlamenterên DEM Partiyê girt û ji wê rojê ber bi îro ve ‘Pêvajoyek’ dest pê kir. Pêvajo li gel hemû bendewariyan bi giranî yekalî dimeşe û di xwe de metirsiyan dihewîne.

Dîroka aştiyê bi qasî dîroka mirovaniyê kevn e lê mixabin ev aştî bi peydabûna şer xitimî ye. Li gelek deverên cîhanê bi peydabûna dewlet û desthilatiyê, aştiya civakan derbên mezin xwarine û hêj jî bandora van şeran berdewam dikin. Bi qasî ku ev şer berdewam dikin, lêgerîn û daxwazên aştiyê jî li gel van şeran tên rojevê. Bêguman her du aliyên ku şer dikin, bi qasî hincetên şer peyda dikin dawiya dawî neçar in ku aştiyê jî pêk bînin. Ji ber tu şer heya dawiyê neyên meşandin. Li Tirkiyeyê jî ji avabûna komarê heya roja me ya îro nexweşiya gelek nasname û dewlemendiyan di bin navê qirkirin û asîmîlasyonê ji holê rakir û helandin. Herwiha şer li gel qirkirin û helandinê di nava civakê de wek civakî, exlaqî, çandî, bawerî, tenduristî gelek aliyan de rizîbûn û nexweşiyan bi xwe re anî.

Di navbera PKKê û Tirkiyeyê de ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê nêzî 47 wek çalak şer didome. Ne dewleta Tirkiyeyê li gel hemû êriş û polîtîkayên îmhakirin PKKê berbelav kir ne jî PKKê encamên dixwest li Tirkiyeyê da qebûlkirin. Ji bo çareseriyê hewldan çêbûbin jî ji ber aliyên tarî yên dewletê ev pêvajo hatin rûxandin. Bi înîsiyatîfa Serokê MHPê Devlet Bahçelî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke înîsiyatîfa hevpar hate destpêkirin. Li gorî hin agahiyên ku rayedareke dewletê, ku nexwestiye navê xwe parve bike, ji 5 beşan pêk tê. Beşa yekem banga Devlet Bahçelî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû ku, gotibû bila were li Meclisê bang li PKKê bike da ku PKKê çek xwe berde û xwe fesix bike. Abdullah Ocalan bang kir û PKKê xwe fesix kir. Beşa Duyam biryara fesixkirin PKKê û berdana têkoşîna çekdarî bû û ji hêla PKKê ve ev gav di 12ê gulanê de hate pêkanîn. Beşa sêyemîn jî di 1ê tîrmehê li Silêmaniyê şewitandina çekên kadroyên PKKê bû. Ev gav ji hêla tu aliyan ve nehatine piştrastkirin. Lê belê wisa xuya ye ku dê ev pêvajo ji bo kadroyên PKKê amadekirina bingeha qanûnî û başkirina têkiliyên civakî û teşwîkkirinên aştî û lihevhatinêpêş bikeve. Lê wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî diyar kiriye ji bo pêvajo pêş bikeve, divê astengiyên li pêşiya pêvajoyê werin paqijkirin.

Analîz û pênasekirina pêvajoya aştiyê

Pêvajoya heyî pêvejoyeke ji yên beriya niha hatine meşandin cudatir e. Lewra divê ev yek bi zelalî were tehlîlkirin, zimanê vê pêvajoyê û siyaseta wê divê li gora rihê vê pêvajoyê were avakirin da ku di navbera her du aliyan de bawerî û ahengekê ava bike. Herwiha ev helwest dê rê li ber pêşketinê veke û astengiyên li pêşiya pêvajoyê yên wekî provakasyon û êrişan berbelav bike.

Aktorên pêvajoyê û bingeha hiqûqa hevgir

Çawa ku pirsgirêk bûye pirsgirêka tevahiya civakan, nûnerên ji bo çareserkirina pêvajoyê rol dilîzin jî divê ji hemû pêkhatiyên civakê pêk werin. Lewma Rêberê Gelê Kurd ji hemû partiyên siyasî yên ku di meclisê de cih digirin xwest piştgiriyê bidin pêvajoyê û berpirsyariyê bigirin. Ji bo pêşketina pêvajoyê li gel ziman û helwesta çêker, divê bingaha qanûnî were avakirin da ku ev pêvajo wekî pêvajoyên beriya niha bi neyînî encam nebe. Nexwe li gorî qanûnên heyî aliyên ku tev li pêvajoya diyologê dibin ,di bin metirsiya darizandinê de ne. Herwiha divê Tirkiye di serî de li gorî rihê pêvajoyê tevbigere, peymanên nevnetweyî yên kû îmze kiriye esas bigire, biryarên AIHMê û Destûra Bignehîn pêk bîne. Li gel vê yekê pêwîstî bi avakirina hiqûqa hevgir e ku divê tevahî pêkhatiyên civakê bi awayekî wekhev karibin mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin.

Zimanê çêker û adaptasyona erênî

Şerê kûr bûye, li gel xwe civak, nasname, bawerî, ziman û gelek mijaran de veqetîn û wek hestiyarî dijbertiyekê ava kiriye. Lewma zimanê pêvajoya çareseriyê divê temamker be, li şûna cudabûna derxe pêş, hevpariyan bîne ziman. Taybetî her du aktorên diyalogê li pêş dixin bêhtir girêdayî pêşeroja ku dixwazin ava bikin, erênî gotinan saz bikin, bi armanca dîrok û çarenûseke hevpar fikar û gotinan pêş bixin. Herwiha ji bo qada qanûnsaziyê jî qanûnên pêwîst ku divê werin amadekirin û demildest ev qanûn bikevin meriyetê. Hemû qanûnên nasname, çand, baweriyan înkar dike divê werin guhertin, ji bo hemwelatiya azad sererastkirin werin çêkirin. Bi vê yekê divê her kesek ne bi zora qanûnan, bi dildarî û xwestin hemwelatiyê qebûl bikin.

Li şûna kîndariyê wekhevî, bawerî, rêzgirtin

Pevçûnên bi salan ên bingeha xwe ji feraseta netewdewletê girtiye, hemû dewlemendî û cudahiyên derveyî nasnameyekê, daye înkarkirin. Ev yek kir ku nasnameyên din wek fikir, raman, bawerî û wekheviyê ji hev cudabûneke kûr jiyan. Ev ji hev dûrketin, ji bo bûyîna desthilatê mixabin ji hêla rayedarên partiyên siyasî ve hate bikaranîn û bû alaveke bidestxistina desthilatê. Li gel destpêkirina ‘pêvajoyê’ rayedarên desthilatê divê dest ji zimanê xwe yê serwer û cihêkar berdin, li şûna wê zimaneke bêhtir wekhevî, bawerî û rêzgirtinê ava dike bi kar bînin. Ev hewldan divê ji hemû aliyan ve wek çalak were bikaranîn û rê nedin alimanandinên berê û pêvajoyê nexin xeteriyê. Zimanê erênî dê rê li ber baweriyê veke û helwesta reşbîn û texrîbkar mehkûm bike.

Aştî û razemeniya aborî bi hev re

Divê texrîbatên pevçûnan li herêmê ava kirine wek civakî, aborî, çandî û ekolojîk werin sererastkirin. Herwiha ji ber polîtîkayên ewlehiyê li bajarên Kurdistanê divê qadên îstîhdamê li gel pêvajoya diyalogê bi hev re werin pêşxistin, dest ji polîtîkayên ewlehiyê were berdan. Li şûna vê şewat û birînên daran, qedexekirina herêman, mohrkirina saziyên çand û ziman, bêkarî û metirsiya darazê bêbaweriyê kûr dike, pêvajoya diyalogê asteng dike.

Piştgiriya sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî

Saziyên sivîl ên herêmî û navneteweyî ji bo pêşketina pêvajoyê xwedî roleke diyarker in. Ev sazî dikarin pêvajoyê bişopînin, ji bo rê li ber pêvajoyê veke raporan amade bikin, pêşniyaran bikin. Tevî saziyên sivîl ên herêmî saziyên navneteweyî jî piştgiriya erênî nîşan bidin, aştiyê teşwîq bikin da ku lingê aştiyê yê navneteweyî jî xurt bibe. Bi qasî saziyên sivîl ên civakî saziyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê jî bi teşwîkên civakî, aborî û dîplomasiyê xwedî roleke diyarker û encamgir in.

Diyaloga vekirî û amadekirina qanûnan

Pêvajoyên diyalogê herçiqas veşartî û di nav mekanîzmayên derveyî fermiyetê de tên meşandin, bivênevê ji civakê dûr in. Ji ber pêvajoyên wiha wek veşartî tên meşandin, metirsiya redkirin û têkçûnê di xwe de dihewînin. Lewre heke daxwaza şopandin û qebûlkirina civakê were xwestin, pêvajo divê ji aliyê hemû pêkhatiyên civakê ve were şopandin, nîqaşên pêvajoyê divê zelal werin meşandin û hemû metirsiyên civakê berçav werin girtin. Ev yek jî di domandina diyalogê de biryarbûnê ferz dike. Divê rayedarên partiyan vê pêvajoya ji bo hesabên siyasî û hilbijartinê bi kar neynin. Herçiqas her du alî bi baldarî tevbigerin jî, îhtîmal heye ku kesên naxwazin ev pêvajo bi çareseriyê encam bibe, dê provakasyonan derxîn. Dîvê alîyên diyalogê ji bo provakasyonan hişyar bin, li hember hewldanên xerakirinan xwedî helwest û biryar bin. Divê were zanîn ku domandina operasyonên leşkerî, neguhertina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tayînkirina qeyûman, êrişên li ser CHP’ê, neberdana girtiyên nexweş, metirsiyên li hember pêvajoya aştiyê kûr dikin.

Komîsyonên xwedî înîsiyatîf û gavên bingehîn

Dema alî dewlemendiyên hev ji xwe re xetere dibînin û rê li ber pêvajoyên diyalogê digirin, şer diqewimin. Pêvajoya hatiye destpêkirin jî, ji ber metirsiyên elimandinên polîtîkayên şerê taybet, divê bi gavên bingehîn pêş bikeve. Meclis mekanîzmaya herî saxlem a vê pêvajoyê ye. Komîsyona ku ji aliyê endamên partiyên siyayî yên di meclisê de hatiye avakirin, divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî xwedî înîsiyatîf be. Êv înîsiyatîf divê ji aliyê hemû pêkhatiyên civakê ve were temsîlkirin û tu kes û derdor divê li derveyî vê pêvajoyê neyên hiştin. Herçiqas ev gavên pêwîst ji aliyê rayedaran ve werin avêtin jî, divê neyê jibîrkirin ku ev pêvajo perspektîf û nexşerêyeke demdirêj jî pêwîst dike. Lewre gi qasî gavên rast, ji bo pêşketinê sebr û hişyarbûn jî jêveneger e.

Erkên dikevin ser me

Pêvajoya diyalogê di navbera hêzên ku şer dikin û beşên civakê de demên valahiyan jî ava dikin. Heke ev pêvajo ji bo her du aliyan gotin, fikir û lêhûrbûnên pêwîst bi xwe re neyne, rojev ne li gorî pêwîstiyên demê li gorî helwestên netewe dewlet û polîtîkayên şerê taybet teşe digire. Şer gelek elimandin û adaptasyonan cuda bi xwe re tînin û divê di van pêvajoyên diyalogê de ev elimandin û adaptasyon bi lêhûrbûn û xwe ji nû ve girtina dest pêş bikeve. Rapora Polîtîk a Rêberê Gelê Kurd ji bo Kongreya 12emîn a PKKê re şandibû, li ser ziman û şêwaza pêvajoyê gelek dane û têgeh di xwe de dihewînin. Pêvajo di serî de li ser rojnameger, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, rûspî, û pêşengên civakê roleke diyarker ferz dike. Li gel gelek ceribandinan ev pêvajo ber bi çareseriyê ve biçe di serî de ji bo Kurd û Tirkan fersendên dîrokî di xwe de dihewîne. Xwîşk û biratiya hezaran salan heke ji nû ve were avakirin, dibe ku Rojhlata Navîn ji qedera xwe ya reş vegûhere bihûşta aştî û demokrasiyê. Nexwe pêvajo bi çareserî encam nebe mixabin rojên pêş dê ji hemû deman dijwartir bibin. Divê neyê jibîrkirin ku dewlet tu caran mafên welatî û civakan nedane, maf bi têkoşîn û yekitiyê tên bidestxistin. Ev pêvajo ya me her yekî ye û dê ev pêvajo bi ked û têkoşînê pêş bikeve.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Îranê girtî 8 roj in di greve de ne

Li Îranê girtî 8 roj in di greve de ne

3 TEBAX 2025
Awesta: Ziman xeta me ya sor e

Awesta: Ziman xeta me ya sor e

3 TEBAX 2025
Fragmana ‘Hey Hawar’ hat weşandin

Fragmana ‘Hey Hawar’ hat weşandin

3 TEBAX 2025
Newaf Xalîl: Gel piştgiriyek mezin dide HSDê

Newaf Xalîl: Gel piştgiriyek mezin dide HSDê

3 TEBAX 2025
Li Geverê gel tî û birçiyê aştî û azadiyê ye

Li Geverê gel tî û birçiyê aştî û azadiyê ye

3 TEBAX 2025
ROJEVA 03ê TEBAXA 2025an

ROJEVA 03ê TEBAXA 2025an

3 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (33)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne