Di encama barana zêde de li Şirnexê aşût kete xwarê û 40 rêwî asê man. Di aşûteke din a li bajar de jî ajokarê TIRê bi giranî birîndar bû.
Baranên meha Adarê li hind deveran bûn sedema lehî û aşûtan. Di encama barana zêde de riya Şirnex-Colemêrgê, ji ber aşûtên ketîn rê li hatinûçûnan hate girtin. Li devera Sûwarê Kotrayê aşût kete xwarê û rêwiyên di otobûsê de asê man. Di bûyerê de tu windahiyên canî çênebûn û kesek birîndar nebûye. 40 rêwiyên di otobûsê de, bi xebatên koman li herêmên biewle hatin veguhestin.
TIR di bin aşûtê de ma, şofêr birîndar bû
Li hêla din, hate ragihandin ku ji ber xetereya aşûtê dê rê li hatinûçûnê girtî bimîne. Li gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê jî TIRek di bin aşûtê de ma. Hat zanîn ku ajokarê TIRê ku navê wî nehat zanîn, bi giranî birîndar bû. Ajokarê birîndar piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê. Li gundê Newehê yê Qilebanê jî lehî rabû û hezaz çêbû. Hat zanîn ku hinek ajal li ber lehiyê ketine û zirar gihiştiye hinek malan.
50 sewal ziyan bûn
Li gundê Bêrmalê yê navçeya Elkê jî ji ber barînên zêde ava rûbarî rabû. Ji ber rabûna avê, 10 mal û govek di bin avê de man. Hat zanîn ku nêzî 50 bizinên di govê de mirine.













