Komara Tirkiyeyê di 29ê Cotmeha 1923an de li ser peymanên misilmanperest û tevî vê li ser peymanên tirkperest hatibû avakirin. Împaratoriya osmaniyan û desthilatdariya Îttîhat û Terrakiyan bi têkçûnên xwe yên li Balkanan û bi têkçûna Elmanan a li dijî Fransa û Îngîlîstanê, hilweşîneke mezin jiyîbûn.
Ji sala 1913an heta sala 1923an ji bo ku bîrdoziya tirkperest, îslamperest û tûranperest ava bibe bi milyonan Ermenî, Suryanî û Rûm di komkujiyê re derbas bûbûn. Ev komkujî di çarçoveya bîrdoziya misilmanperest de pêk hatibûn. Bi avakirina komarê re li cem nasnameya misilmanperest nasnameya tirkbûyînê jî hatibû danîn. Ango “kesê misilman be, pêwîst e Tirk jî be” hatibû tomarkirin. Bi vî rengî bîrdoziya netew-dewletê ya tekperest wekî bîrdoziya fermî ya dewletê hatibû qebûlkirin.
Bi peymana misilmanetiyê re armanc tunekirina xirîstiyanan bû. Lê bi peymana tirkperest re jî armanc tunekirina gelê Kurd bû. Di makeqanûna 1921an de dewlet wekî dewleta Tirk û Kurdan tê qebûlkirin. Soz û peymanên mûxtariyet, pergala eyaletê û statuya xweseriyê ji bona Kurdan hatibû dayîn. Lê piştî du salan, nemaze bi Peymana Lozanê ya 1923an û bi Makeqanûna 1924an re hemû soz û peymanên ji Kurdan re hatibû dayîn, ji aliyê rayedarên tirk re hatibû jibîrkirin û binpêkirin.
Bîrdoziya tirkperest li ser rêz û qaîdeyên Darwînîst hatibû avakirin. Ango di nava Tirkiyeyê de netewa xurt û hêz be pêwîst e serdest be û bijî, lê netewa ku qels be pêwîst e bindest be û bimire. Biryarên komkujiya fîzîkî û çandî ya li dijî Kurdan li ser van rêz û qaîdeyan dê bihatana girtin.
Li dijî van polîtîkayan di 15ê Sibata 1925an de Raperîna Şêx Saîd pêk hatibû. Nêzî 15 hezar çekdarên Kurd tev li vê raperînê bibûn. Piştî sê mehan raperîn ji aliyê dewleta tirk ve hatibû tepisandin û polîtîkayên dijwartir xistibûn meriyetê. Dewleta tirk di vê serdemê de Plana Islahata Şarkê, Kanûna Takrîr-î Sukûn û Dahgehên Îstîklalê avakiribû. Li gorî van qanûnan dê Kurdistan bi sazî, dezgeh, burakrasî, dibistan, mizgeft û hwd. re dê bi polîtîkayên tirkperest bihata bêdengkirin.
Bi riya dibistanan û ocaxên Tirk nemaze keçên Kurd û zarokên Kurd hatibûn bişavtinkirin û axaftina zimanê Kurdî teqez hatibû qedexekirin. Navê gelek gund, bajarok, navçe û bajêran Kurdan bi navê tirkî hatibûn guhertin. Her wiha gelek cih û warên Kurdan hatibû valakirin û li şûna wan Tirk hatibûn bicihkirin. Gotinên ku “kesên di cewheriya xwe de ne Tirk be, tenê yek mafê wî heye, ew jî dê xulamtiya Tirkan bike” û “Armanca dewletê, kesên ku li vir dijîn hemûyan bikin Tirk e û kesên xizmeta welat bike divê Tirk û Tirkperest be” û “Tu Tirk be pesnê xwe de û nebe serî bitewîne” wekî bîrdoziya fermî ya dewletê hatibû gotin.
Ev gotin û polîtîkayên dewletê yên nû tirs û xofek mezin avakiribû. Kesên ne Tirk ji xwe şerm dikir, kesên li gorî Tirkan ne dijî, ne dikarî bikeve sazî û dezgehên Tirkan, kesek nexweş û tirkî neaxive nedikarî nexweşiya xwe bîne ziman, zarokên ku li dibistanan tirkî nedizanîn, ji aliyê mamosteyên nîjadperest ve lêxistin dixwarin û di mizgeftan de her wisa zimanê fêrbûnê tirkî û erebî bû bi vî rengî Tirkbûyîn û Tirkperestî wekî tîpên qûranê hatibû avakirin. Tenê tiştek ji Kurdan re hatibû hiştin, ew jî koletî û xulamtiya Tirkan bû.
Nemaze hiş û fikrê Tirkbûyînê herî zêde li mizgeft û dibistanan de dihat belavkirin. Ji zarokên Kurdan re “Her zarok pêwîst e li gorî bîrdozî û derûniya Tirkbûyînê bê perwerdekirin û divê feydeyê bide komara Tirk û hemwelatiyên Tirk” dihat gotin. Ev dihata wê wateyê ku kesên wekî Tirkan nebîne, his neke, neaxive û hestiyar nebe divê bibûna Tirk. Pergala perwerdeyê wisa hatibû avakirin.
Bîrdoziya fermî ya dewleta Tirk, bi van polîtîkayên Tirkperest armanc dikir ku gelê Kurd ji xwe, ji dîroka xwe, ji çand û zimanê xwe şerm bikin. Her wiha daxwaz dikiran ku piştî ku Kurd hemû rastiyên xwe red bikin dê xwe wekî Tirk qebûl bikin. Tirkbûyîn wekî ku kesên Tirk serbilind dikir û kesên ne Tirk jî jixwe bide şermkirin hatibû avakirin.
Piştî raperîna Dêrsimê ya bi pêşengiya Seyîd Riza ya di sala 1937an de bi gotina Rêber Abdullah Ocalan li Kurdistanê bêdengiyek mirî ava bibû. Hemû rastî û nirxên Kurdî, Ermenî, Suryanî, Alewî û hwd. bi polîtîkayên komkujiya fîzîkî û çandî re rû bi rû mabûn. Nasnameya Tirkperest û netew dewleta Tirk hatibû avakirin. Ev bêdengiya mirî ya li Kurdistanê li benda hêviyek mezin disekinî…Dê bidome