• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zelensky, Şara û Fîdan li Şamê dicivin

    Zelensky, Şara û Fîdan li Şamê dicivin

    Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

    Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

    Rektor gotubêja Sebahat Tuncel betal kir

    Sabahat Tuncel hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    Rejîma Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

    Rejîma Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zelensky, Şara û Fîdan li Şamê dicivin

    Zelensky, Şara û Fîdan li Şamê dicivin

    Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

    Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

    Rektor gotubêja Sebahat Tuncel betal kir

    Sabahat Tuncel hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    Rejîma Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

    Rejîma Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

Navenda Nûçeyan / AW

3 NÎSAN 2026 - 13:09
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta diyar kir ku Newroza 2026an ne tenê cejnek bûye, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bûye.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TVyê bû û Newroza sala 2026an ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi mîlyonan kes tev lê bû, nirxand. Avesta diyar kir ku ev Newroz ne tenê cejnek bû, lê belê “Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo” û “xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bû. Sozdar Avesta di nirxandinên xwe de destnîşan kir ku Newroza 2026an Newrozeke dîrokî bû û mohra xwe li demê xistiye. Avesta got ku ev Newroz ne tenê cejnek bûye û wiha got: “Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û di heman demê de Newroza xwedî lêderketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû. Li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bi mîlyonan kes derketin qadan û daxwaza xwe ya sereke bi yekdengî ragihandin. Ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû.”

‘Newroz bi heybet hate pîrozkirin’

Sozdar Avesta bal kişand ser pîrozbahiyên li navendên cuda û got ku ev Newroz, bi taybetî li Amedê, Stenbolê, Kobanê, Qamişlo, Dêrik, Qendîl, Mexmûr û Ewropayê, di şert û mercên dijwar de jî bi heybet hate pîrozkirin. Sozdar Avesta anî ziman ku gel ne tenê Newroz pîroz kir, lê helwesta xwe ya siyasî, exlaqî û civakî jî li qadan danî holê. Sozdar Avesta wiha domand: “Gelê me Newroz, weke cejna berxwedanê, wekheviyê, demokrasiyê û yekîtî û xwişk-biratiya gelan, bû qada ku gel bi rastî daxwazên xwe ragihand.”

Sê peyamên sereke yên Newrozê

Sozdar Avesta balkişand ser peyamên Newrozê û diyar kir ku peyama yekemîn ya Newrozê ew bû ku gelê Kurd li hemû qadan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan weke daxwaza sereke raber kir û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk erê kir. Sozdar Avesta wiha pêde çû: “Peyama duyemîn ew bû ku gelê Kurd daxwaza yekîtiya demokratîk kir. Li gor wê, Newroz bingehek xurt ava kir ji bo ku gel, pêkhate, jin, ciwan û tevahiya civak yekîtiya xwe li ser bingeha demokratîk ava bikin. Peyama sêyemîn jî ew bû ku li hember şerê tund yê li herêmê û pêvçûnên hêzên hegemonîk û statûkuperest, gel xeta sêyemîn, xeta aştî, demokrasî û jiyana hevbeş pêş xist.”

Jin û ciwanan pêşengî kir

Li ser beşdariya jin û ciwanan a Newrozê jî Sozdar Avesta daxuyand ku di vê Newrozê de jin û ciwan pêşeng bûne û ev nirxandin kirin: “Jin bi rihê 8ê Adarê, ji 7 heta 70 salî, bi cil û bergên xwe û bi rengê xwe qad dagirtin. Ciwan jî bi rihê Mazlûm Dogan, Zekiyê, Rehşan û lehengan derketin qadan û bi çalakiyên xwe Newroz pîroz kirin. Li gor wê, ev tevlîbûn ne tenê pîrozbahî bû, lê nîşana asta têkoşîna ku gihîştiyê û daxwaza ku wê têkoşîn were domandin jî bû.”

‘Dewlet li şûna demokratîkbûnê pêvajoyê sabote dike’

Li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî Sozdar Avesta diyar kir ku pêvajo hê jî bi hewldana Abdullah Ocalan berdewam dike, lê ji aliyê dewletê ve gavên lazim nehatine avêtin. Sozdar Avesta got ku di peyama Newrozê de û di peyama hevdîtina 27ê Sibatê de, Abdullah Ocalan girîngiya rapora Komîsyona Meclîsê, derxistina qanûnên demokratîk, qanûna entegrasyona demokratîk û naskirina mafên gelê Kurd anî ziman. Sozdar Avesta wiha axivî: “Dewlet li şûna ku piştgiriya gel teqdîr bike, dîsa poster, diruşm û meşên Newrozê wek provokasyonan nîşan da, ku ev jî guman û nakokî çêdike. Rêber Apo muzakeravanê vê pêvajoyê ye, lê dîsa jî di bin tecrîdê de ye. Heta niha şert û mercên azadiya Rêber Apo, statûya wî û têkiliya wî bi gel re nehatine normalkirin. Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê qanûnên naskirinê, azadiyê û demokratîkbûnê zû bikevin meriyetê. Her wiha li şûna demokratîkbûnê, operasyonên li dijî muxalefetê û berdana girtiyên nexweş nehatine pêkanîn, ku ev jî tê wateya sabotekirina pêvajoyê.”

‘Newroz bû konferansa yekîtiya demokratîk’

Li ser yekîtiya gelê Kurd, Avesta got ku şertên herêmê gelek giran in: li Başûr, li Rojhilat û li Rojava êrîş hene û gelê Kurd li hemû perçeyan bi xeteriyan re rû bi rû ye. Sozdar Avesta wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê, Newroz bi xwe weki konferansa demokrasiyê pêşket û gel bi peyamên xwe biryara yekîtiyê da. Yekîtî ne tenê karê çend partiyan e; divê jin, ciwan, partî, akademîsyen, hunermend û hemû beşên civakê di avakirina yekîtiya demokratîk de rol bilîzin. Rêber Apo mîmarê vê yekîtiyê ye û Tevgera Azadiyê jî amade ye ku li her derê ji bo vê armancê berpirsiyariya xwe bilîze.”

Kongreya Şengalê û îradeya civaka Êzidî

Li ser Kongreya 6emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Sozdar Avesta got ku ev kongre gelek girîng bû, ji ber ku civaka Êzidî di şertên xeter de bi îradeyek mezin xwe rêxist û biryarên girîng girtin. Sozdar Avesta derbirî ku entegrasyona demokratîk, xwebirêxistinkirin, komînalîzm û misogerkirina hebûna civaka Êzidî li Şengalê, hem ji bo parastina civakê û hem jî ji bo nehêştina fermanek nû gelek girîng e. Sozdar Avesta da zanîn ku kongre nîşana hêz, zanebûn û xwebaweriya civaka Êzidî ye.

‘4ê Nîsanê rojbûna mirovahiyê ye’

Di dawiya hevdîtinê de, Avesta li ser 4ê Nîsanê, rojbûna Abdullah Ocalan rawestiya û got ku ev roj tenê rojbûna kesekî ye û wiha pêde çû: “Rojbûna tevahiya mirovahiyê, biharê û azadîxwazan e. Rêber Apo bi fikir, felsefe û paradîgmaya xwe ji bo hemû mirovahiyê şensekî mezin e. Ji ber vê yekê jî bang kir ku gel, jin, ciwan û dostên gelê Kurd vê rojê bi meş, pîrozbahî, danîna daran û bi xwendina paradîgmaya Rêber Apo pêşwazî bikin. Pîrozbahiya rast a vê rojê wê ew be ku di zûtirîn demê de Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe û gel vê rojê bi wî re pîroz bike.”

‘Rojbûnê bi azadiyê pêşwazî bikin’

Sozdar Avesta Newroza 2026an wekî Newrozekî dîrokî pênase kir û ev nirxandin kirin: “Gelê Kurd bi mîlyonan azadiya Rêber Apo, yekîtiya demokratîk û piştgiriya xwe ji pêvajoya aştî re ragihand; lê ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê dewlet gavên qanûnî û siyasî yên zelal bavêje. Niha erk li ser milê gel, jin, ciwan û hemû hêzên demokratîk e ku vê pêvajoyê bigihînin encamê, yekîtiya gelê Kurd xurt bikin û rojbûna Rêber Apo bi azadiya wî re pêşwazî bikin.”

Etîket: 4ê Nîsanê.Abdullah OcalanNewrozSozdar Avesta
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

5 NÎSAN 2026
Veysî Aktaş: Em hêvî dikin 4ê Nîsana 2027an Rêbertî di nav me de be

Veysî Aktaş: Em hêvî dikin 4ê Nîsana 2027an Rêbertî di nav me de be

5 NÎSAN 2026
Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

5 NÎSAN 2026
Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

4 NÎSAN 2026
Li navçeya Sokeyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

Li navçeya Sokeyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

4 NÎSAN 2026
Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rektor gotubêja Sebahat Tuncel betal kir

    Sabahat Tuncel hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bayrakliyê pîrozbahiya 4ê Nîsanê: Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Yek ji rûspiyên Sîpkiyan: Em êdî dixwazin Serok Ocalan di nav xwe de bibînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em hêvî dikin 4ê Nîsana 2027an Rêbertî di nav me de be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî pîrozbahiya 4ê Nîsanê kir: 3 kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Geverê 4ê Nîsanê pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedspor îro di riya şampiyonî û Sûper Lîgê de Bolusporê pêşwazî dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (216)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne