• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

Mahmût Altintaş / AW

31 ADAR 2026 - 09:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevjîna siyasetmedar Salîh Muslim, Ayşe Efendî anî ziman ku Salih Muslim her tim ji bo gel xebitiye û wiha got: “Yek ji hêviya Salih Muslim ew bû ku Kongreyeke Yekîtiya Neteweyî bê lidarxistin. Salih Muslim gelek caran digot yek ji projeya Serokatî ew e ku kongreyeke neteweyî bê lidarxistin. Divê em vê pêk bînin.” 

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di 11ê Adarê de li nexweşxaneyeke li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ji ber nexweşiya gurcikan di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Piştî wefata wî li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên Kurdan peyamên sersaxiyê dan û xemgîniya xwe anîn ziman. Muslim yek ji kedkarê Şoreşa Rojava bû. Ew li bajarê lê ji dayik bûye li Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber wefata Muslim peyamek şandibû û xemgîniya xwe anîbû ziman. Ocalan ji bo Muslim wiha gotibû: “Ew kevirek bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew ê her daîm wisa bimîne.”

Bi ser wefata Muslim re 20 roj derbas bûn. Hevjîna wî Ayşe Efendî hevjînê xwe Salih Muslim weke hevrêyê jiyanê pênasê kir û ji Ajansa Welat re qala jiyan û têkoşîna Muslim kir.

Jiyana azad û mînak: Ayşe Efendî û Salih Muslim

Ayşe Efendî behsa jiyana xwe û Salih Muslim kir û wiha got: “Her kesî nedikarî qebûl bikira û di hundirê wê jiyanê de hevdu bi rê ve bibirina. Hevnaskirina me di sala 1979an de bû. Em di 18 saliya xwe de li Kobanê zewicîn û piştre çûn Erebistana Siûdî. Salih Muslim endezyar bû. Li wir jî hevalên wî yên kar piranî ji Bakur û Rojava bûn. Di sala 1989an de ez vegeriyam Kobanê û bavê Welat jî li wir ma. Her tim diçû û dihat. Me her tim ji hevdu re digot; Apoyî dê bi vî rengî bibe û rêxistin û Serokekî wisa dê rabe, em her du dê bi hev re tev li bibûna û me gunehê zarokan nedikir stûyê xwe. Wî jî wisa digot û min jî wisa digot.”

Xebatên dîplomasiyê bi rê ve biriye

Ayşe Efendî diyar kir ku Salih Muslim dema vedigeriya Kobanê diçû cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: “Wergera Kurdî û Tirkî dikir. Her ku diçû cem Serok min jê re digot ez ê jî bi te re werim. Carekê ji min re got; Tu ye biçe cem Serok jê re beje min çi kar kiriyê? Ez jî li ser wê gotinê difikirîm. Bi rastî jî min dê ji Serok re çi bigota. Ji bo wê min tenê careke Serok dît. Lê wî pir didît. Piştre ew jî vegeriya Rojava. Tevî ku carekê mehkûm bû jî hat. Êrişî mala me kirin. Ez wê demê hatim girtin lê ew ji ber ku ne li mal bû nehat girtin. Piştî 4-5 salan mehkûm ma, derket Ewropa û li wir karê dîplomasiyê kir. Carek ji min re li ser xebatên dîplomasiyê got; Em diçin li ber şeredariyeke disekinin tenê ji bo hevdîtineke ji bo vekirina deriyekî siyasî. Bi têkoşîna dîplomasiyê ya Ewropa deriyê siyasetê jî hat vekirin.”

‘Hevalê têkoşînê bû’

Ayşe Efendî bi lêv kir ku Salih Muslim ji ber têkoşînê û zextên dîtinê tu car poşman nebû û wiha pê de çû: “Min her tim jê re digot sebra Eyub bi te re ye. Carek li Sûriyeyê hat girtin. Careke ez çûm mahkemê min nedît. Dema şerê li Efrînê ez li Efrînê bûm. Salih jî li Ewropayê bû û li wir hat girtin û piştre hat berdan. Jiyana me jiyaneke azad bû. Jiyaneke azadiya jin û zilam hebû, fikra şexsî hebû. Jiyaneke ku jinek bikar,be xwe b, xwe rê ve bibe û azad bijî bû. Tifaqek di nav me de hebû. Xweşî hebû. Dema Şervan şehîd ket dîsa ne li vir bû. Dema birayê wî şehîd ket jî ne li vir bû. Dema min agahî dida, digot ez dostê xwedê me. Lê dema Şervan şehîd ket û min agahî dayê, ji min re got; ‘Ez dostê Xwedê me lê pişta min şikest’. Dema Şervan şehîd ket jî min re got; ‘ne zarokê min bû hevrêyê min bû’. Dema Salih Muslim jî şehîd ket min got beriya hevjîntiyê hevrêyê min bû. Hevalê têkoşînê bû. Ez ê hewl bidim xebat û keda Şervan û Salih Muslim bibim serî.”

‘7 salan nikaribû bê Kobanê’

Ayşe Efendî destnîşan kir ku bi projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî Kurd ne leşkerên tu kesî ne û hem dizanin siyasetê bikin û hem jî dîplomasiyê bikin. Ayşe Efendî anî ziman ku Salih Muslim jî li ser projeya Abdullah Ocalan xebatên xwe pêş xistibûn û wiha axivî: “Siyaseta me dê bi ser bikeve. Salih Muslim her tim di nava xebatên siyasî de bû. Me du caran xanî çêkir lê her du caran jî Salih Muslim ji ber xebatan ne li vir bû. Birayê wî dixtor Mahmût li vir alîkariya me dikir. Di şerê Kobanê de xaniyê me dîsa hilweşiya û em bi tenê bûn. Lê helbet dema tu bi têkoşînê di tunebûnê de hebûnê ava bike berdelên wê jî dê giran bibe. Salih Muslim 7-8 salan qet nehat Kobanê. Cara yekem zarokên me Amed û Welat dema Salih Muslim dîtin jê re gotin apê Salih. Ji ber ku nedîtibûn nas nekirin. Vê dawiyê nas kirin. Piştî 7 salan dema hat Kobanê jî ji bo xatir xwestinê hat. Pêşî jî çu serdana Goristana Şehîdan.”

‘Armanca wî ew bû ku bibe şehîdê Kurdistanê’

Ayşe Efendî bal kişand ser xebatên Salih Muslim û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Salih Muslim digot ‘ez dixwazim di şeredariyê de bixebitim’. Digot, ‘ez li şeredariyên welatên biyanî geriyame’ û çend projeyên wî ji bo Kobanê hebûn. Digot projeya min a yekemîn li ser Miştenûr cihekî ji bo Newrozê çêbikim. Salih Muslim emrê xwe û xebata xwe kir xizmeta gel. Dema li derve bû li ser telefonê em diaxivîn ji min re digot gel çi dike û rewşa gel çi ye. Digot divê hûn her tim di nava gel de kar û xebatan bikin. Digot gelê me hêjayî jiyaneke azad e. Serokatî di nameya xwe de jî gotibû ez wî weke cêwiyê Sirri Sureyya Onder dibînim. Hevaltiya Saliha Muslim bi Serokatî re bû sedem ku ew bigîhîje armanca xwe. Armanca wî jî ew bû ku bibe şehîdê Kurdistanê. Yek ji hêviya Salih Muslim ew bû ku Kongreyeke Yekîtiya Neteweyî bê lidarxistin. Gelek caran digot, yek ji projeya Serokatî ew e ku kongreyeke neteweyî bê lidarxistin. Divê em vê pêk bînin. Divê yekbûna Kurdan ku li Rojava derket holê xira nebe û li ser rêya şehîdan yekîtiya Kurdan pêk were.”

Etîket: Ayşe EfendîEndamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih MuslimMahmût AltintaşSalih Muslim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

21 ADAR 2026
Karayilan: Newroza 2026î ganî biba Newroza azadîya Rayber Apoyî

Ji Karayilan peyamên Newroza 2026an-1: Ji Muslim heta Sadak, Aykol, Kiliç û Huseynî windahiyên giran bûn

18 ADAR 2026
Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

17 ADAR 2026
Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

16 ADAR 2026
‘Li Efrînê Kurd dê di ewlehî û rêveberiyê de cih bigirin’

‘Li Efrînê Kurd dê di ewlehî û rêveberiyê de cih bigirin’

16 ADAR 2026
Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

15 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stûneke wêjeya Klasîk a Kurdî: Şêx Evdirehmanê Axtepî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1135)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne