Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan piştî civîna MYKê daxuyanî da û da zanîn ku şandeya DEM Partiyê dê hefteya li pêşiya me biçe Grava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aysegul Dogan piştî civîna MYKê ya li avahiyê Navenda Giştî ya DEM Partiyê hatiye lidarxistin daxuyanî da û derbarê encama civîna MYKê da agahî dan.
Aysegul Dogan da zanîn ku hefteya li pêş dê şandeya jî hevserokên DEM Partiyê pêk tê, biçin giravê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ayşegul Dogan diyar kir ku ew niha amadehiya vê plansaziyê dikin.