• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Li taxa Gaziyê pîrozbahiya Newrozê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Kabê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

    Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayten Kordû: Dê têkoşîna azadiyê bidome

AW

1 KANÛN 2024 - 10:26
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Dêrsim – Parlamentera DEM Pariyê ya Dêrsimê Ayten Kordû bertek nîşanî girtina Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan da û wiha got: “Em van polîtîkayên li dijî tekoşîna xwe ya jinê qebûl nakin. Dê têkoşîna wekhevî û azadiyê bidome.”

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê di 25’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê kir. Piştî tayînkirina qeyûman çalakiyên li dijî qeyûm didomin. Di vê pêvajoya çalakiyan de 9 kes hatin girtin. Yek ji kesên hatin girtin Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin e. Bîrsen Orhan ewil di 24ê Mijdarê de hatibû binçavkirin. Dadgehê der barê wê de biryara cezayê hepsa malê dabû. Lê di 30’ê Mijdarê de Bîrsen Orhan dîsa li malê binçav kirin û vê carê biryara gritina girtîgehê dan û şandin girtîgehê.

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu ji nûçegîhana JINNEWSê Gulistan Gulmuş re axivî. Ayten Kordu, têkildarî pêvajoya qeyûm û girtina Hevşaredar Bîrsen Orhan nirxandin kir û got: “Ne cara yekemîne ku qeyûm tayînî Dêrimê dikin. Piştî Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiyê vê carê qeyûm tayînî şaredariya Dêrsim û navçeya wê Pilûrê kirin. Polîtîkayên mêtingeriyê li vî welatî bûne nîşana bêhiqûqiyê. Em behsa hikûmetek û zîhniyeteke desthilatdar dikin ku derbeke wiha eşkere li butçe, xizmetguzarî, şêwaza jiyanê û çareseriya pirsgirêkên gel dixe.”

Dijminê Elewî jin û zarokan in

Ayten Kordu, diyar kir ku hikûmetê li gorî pergala xwe daraz ava kiriye û wiha got: “Polîtîkayên qeyûman bi tayînkirina qeyûm li Şaredariya Mîksê dewam dikin. Ji me re dibêjin, ‘Hûn nikarin xwe bi rêve bibin, hûn nikarin biryarên xwe bidin, hûn nikarin hilbijêrin. Li vî welatî li hemberî hemû hêzên aştiyê di serî de jinan hovîtîya zext û girtinan hatiye destpêkirin. Di doza ku duh li Enqereyê dest pê kir û tevahiya şevê dewam kir de gelek aktîvîst, siyasetmedar û femînîst hatin girtin. Ev ne tenê ji bo Kurd û Elewiyan pirsgirêka hemû gelan e. Ev qeyûm ji bo hemû gelan hatiye tayînkirin. Siyaseta dijminane heye. Dijminê jin, Elewî û zarokan e. Li qirkirina jin û zarokan binêrin. Li jinên ku her roj tên qetilkirin binêrin. Ez meraq dikim gelo vê bêhiqûqiyê li hemberî kujerên jin û zarokan jî dikin.”

‘Em serî natewînin’
Ayten Kordu, diyar kir ku girtina Bîrsen Orhan berteka li dijî berxwedana gel e û wiha got: “Li vî welatî kesên ku demokrasiyê dixwazin hene. Dixwazin bi awayekî însanî bijîn, têkoşîna jinan pêş bixin, dixwazin têkoşîna jinê, ziman û çanda xwe pêş bixin. Bila baş bê zanîn ku li ser van axan gelek zilm, binçavkirin û girtin hatine kirin. Gelê me yê Dêrsimê serî netewand. Em ê li dijî êrîşên li ser têkoşîna jinê û li dijî têkoşîna xwe ya giştî serî netewînin.”

Etîket: Ayten KorduBîrsen Orhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

23yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir

23yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir

24 TÎRMEH 2025
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin

Dadgeha Dêrsimê ceza li hevşaredar Bîrsen Orhan birî

7 SIBAT 2025
Polîsan Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan binçav kir

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan serbest berdan

3 KANÛN 2024
Polîsan Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan binçav kir

Polîsan Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan binçav kir

30 MIJDAR 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza 2003yan: Em li vir in, em Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Awazê Çiya klîbek ji bo ‘Newroza Azadiyê’ amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Ocalan a ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ derçû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (508)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne