Platforma Saziyên Demokratîk bi daxuyaniyekê ji bo meşa TJAyê banga tevlibûnê kir û got: “Dê Azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe re azadiya jinê, civakê û azadiya gelên din bîne.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” dê ji Amedê ber bi Enqereyê meşekê li dar bixe. Platforma Saziyên Demokratîk jî têkildarî meşa TJAyê li avahiyê DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da. Kurdiya daxuyaniyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ahmet Dogan, Tirkiya wê jî Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût xwend.
‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e’
Ahmet Dogan di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya meşê û têkildarî mijarê wiha axivî: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, dê 250 endamên TJAyê meşekê li dar bixin. Jinên azad, her tim di rêveberiya partî û rêxistinê de bûn pêşeng. Jinên Tevgera Azad û dayik ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were wê çalakiyên xwe bidomînin. Heya azadiya Rêberê Gelê Kurd pêk neyê em ê çalakiyên xwe û tekoşîna xwe bidomînin. Em baş dizanin ku di Rojhilata Navîn de azadiya Reberê Gelê Kurd wê azadiya jinê, civakê û azadiya gelên din hemûyan bi xwe re bîne.”
Banga vexwendinê
Ahmet Dogan bal kişand ser girîngiya meşa ku TJA pêşengtiya wê dike û wiha got: “Bi pêşengtiya TJAyê em ê di 1ê Cotmehê de bi diruşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” meşekê li dar bixin. Em ê li pêşiya Ceylan AVMê bicivin. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê.”