• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3yemîn bi dawî bû

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3yemîn bi dawî bû

    Mîhrîcana Muzîkê dest pê kir: Huner ji bo avakirina civaka demokratîk hêzeke mezin e

    Mîhrîcana Muzîkê dest pê kir: Huner ji bo avakirina civaka demokratîk hêzeke mezin e

    Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek mezin berdewam dike

    Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek mezin berdewam dike

    Cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradiyê hate betalkirin

    Cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradiyê hate betalkirin

    DEM Partiyê rapora ji bo çareseriyê teslîmî meclîse kir

    DEM Partiyê rapora ji bo çareseriyê teslîmî meclîse kir

    Ji DTSOyê piştgiriyeke bi wate ji bo Amedsporê

    Ji DTSOyê piştgiriyeke bi wate ji bo Amedsporê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

‘Azadiya Rêber Apo nêzîk e’

Amed /AW

8 SIBAT 2025 - 13:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Aktivîsta TJAyê Çaglar Demîrel di mîtînga “Ji bo aştî û azadiyê” de axivî û got: “Ji bo aştî pêk bê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Divê tecrîd bi dawî bibe. Em bawer dikin ku azadiya Rêber Apo nêzîk e.”

Rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) ên Amedê bi dirûşma “Ji bo aştî û azadiyê” li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngekê li dar dixin. Qada mitîngê bi alên DBPê û DEM Partiyê hatiye xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Dema serkeftin û azadiyê ye”, “Cinî cuye azadî”, “Dem deme cu cenî azadeyo” û “Dem dema jinan e” hatine daliqandin. Ji sê baskan ve xelk tê mitîngê. Welatî di lêgerînên polîsan de derbas dibin. Li qadê welatî civiyan e. Ji gelek bajar û navçeyên bakurê Kuristanê welatî û siyasetmedar tev li mitîngê bûn.

Bi pêşengiya TJAyê dê ji ber Hotêla Prestîj heta qada mitîngê meşek girseyî bê lidarxistin. Li qadê hêdî hêdî welatî dicivin û dirûşmên aştî û azadiyê qîr dikin. Ji sê baskan ve bi hezaran welatî beşdarî mîtîngê bûn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Dayikên Aştiyê û TJA dê di mitîngê de axaftinan bikin. Her wiha Kolektîfa Rîtmên Azad a Navenda Çanda Bihar a Batmanê jî dê derkeve ser dikê û stranan bêje.

Mîtingê bi rêzgigrtin û axaftinan dest pê kir. Ewil Hevserokê DBPê yê Amedê Abas Şahîn di serî de silav da gel û wiha got: “Ev qad êdî biba bibe qadaı aştiyê. Ji bo ev qad bibe qada aştiyê bila ev qad bibe qada azadiyê. Bila ev qad bibe qada azadî lê tê axaftin be. Di vê rêyê de têkoşînek bêhempa hat dayîn. Êdî dema aştiyek bi rûmet e. Ji niha û şûnde em ê li gel muxatabê aştiyê bi hevre aştiyê pêş bixin.”

Azadiya jin û civakê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e

Li ser navê TJAyê jî siyasetmedar Çaglar Demîrel gel silav kir û got: “Silav gelê aştîxwaz, jinên berxwedar û têkoşer. Em li ser navê TJAyê ji bo aştî, wekhevî, xwişk û biratiya gelan mitinge pêk tînin. Em zanin ku ev aştî dê bi têkoşîn û berxwedana Tevgera Jinên Azad pêk bê. Îro aştî ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji av û xwarinê ferztir e. Ev girseya ku qad tijî kiriye hemû aştî, demokrasiyê dixwazin. Yê aştiyê bîne diyar e. Muxatab diyar e. Em ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe têdikoşin.”

Çaglar Demîrel, destnîşan kir ku ew azadiya jinê û civakê di azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de dibînin û wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û cîhanê her roj jin tên kuştin. Tundiya li ser jinê zêde belav bûye. Desthilat, bi hişmendiya mêr her roj jinê dikujin. Dixwazin jinê din ava malê de hepis bikin. Lê em jinên kurd û aştîxwazin, ji bo aştî u demokrasiyê her dem û li her derê felsefeyea “Jin Jiyan Azadî” li tevahiya cîhanê belav dikin.”

Statuya Rojava qebûl bikin

Çaglar Demîrel, kuştina rojnamegeran şermezar kir û got: “Em aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî divê statuya Rojava bê naskirin. Rojava ji bo cîhanê mînak e. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Şoreşa jinê li Rojava pêş ketiye.

Azadiya Rêber Apo nêzîk e

Em her dem li her derê ji bo aştiyê têdikoşin. Bila her kes bibîne ku li vê qadê jinên kurd aştî û demokrasiyê dixwazin. Eger aştî pêş bikeve, divê tecrîd bi dawî bibe. Divê berî her tiştî tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin û dikaribe di nava muzakereyan de cih bigire. Azadî nêzîk e. Azadiya Rêber Apo nêzîk e.”

Etîket: Abas ŞahînAbdullah OcalanÇaglar DemîrelRêber apo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

7 KANÛN 2025
Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

6 KANÛN 2025
Ozgur Erol: Azadiya birêz Ocalan divê bi qanûnî pêk were

Ozgur Erol: Azadiya birêz Ocalan divê bi qanûnî pêk were

6 KANÛN 2025
Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî peyam şandin Konferansa Navneteweyî

Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî peyam şandin Konferansa Navneteweyî

6 KANÛN 2025
DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

4 KANÛN 2025
Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me

4 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (166)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne