Hejmara 13emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Dema çêkirina qanûnan e” derket.
Rojnameya Azadiya Welat di vê hêjmara xwe de gotara Rojnameger û Nivîskar Ramazan Olçen derxist pêş û gotina “Dema çêkirina qanûnan e” erk û peyvira dewletê ya çêkirina qanûnên azadiyê bibîr xist.
Dîsa nivîskar Zinar Ronî û Felemez Ulug jî di gotarên xwe de cih didin nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê û erka dewletê bibîr dixin. Nivîskara rûpela jin Adar Gulan jî bal kişandiye ser erka dewletê û bi sernavê “Dewlet li benda çi ye” peywîra dewletê bi bîr xistiye.













