Hejmara 10emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekîtiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameya Azadiya Welat ku heftane tê çapkirin, di hejmara 10emîn de bi manşeta “Newroza yekîtiyê” gihîşt ber destê xwîneran. Rojnameyê vê hefteyê jî cîh da peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo Salih Muslim şandibû. Rojnameyê têkildarî deklerasyona Newroza 2026an, plasaziya çalakî û mitîngên 21ê Newrozê bi aktivîsta TJAyê Fatma Ablay re bi sernavê “Newroza 2026an qonaxa nû ya aştiyê ye” hevpeyvîn kir.
Vê hefteyê nivîskar Adar Gulan bi sernavê “Newroz; roja zayîna gelê kurd e” Felemez Ulug bi sernavê “Jeopolîtîkaya Hurmuzê û rola kurdan” Kurdistan Lezgiyeva bi sernavê “Taywan tenê ne graveke bial e” Zinar Ronî bi sernavê “Şîn û şahî” Lîzşêr Amed bi sernavê “Medan ra heta ewro sembola azadîye: Tîjîya Newroze” Ehmedê Bira bi sernavê “Roşanê Newrozî” Siyabend Aslan bi sernavê “ Ez Amûda şewitî me!” Serdar Altan bi sernavê “Di ser qirkirinê re 38 sal derbas bûn” Dildarê Amedê bi sernavê “ Dê her bimîne stêrkeke geş li esmanê wêjeya kurdî” Yaşer Eroglu bi sernavê “Ma ne hewce ye gelê tirk jî îkna bibe?” analîzên girîng kirin.













