Serokê YNKê Bafil Talabani tekildarî êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir û got: “Hêvîdarim hemû alî xwe aramî bigirin û bi jîrane li hember bûyeran tevbigerin û bi rêya diyalogê û berpirsiyarî pirsgirêkan çareser bikin.”
Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabani li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê parvekirinek kir. Parvekirina Bafil Talabani wiha ye: “Em bi dilgiranî bûyerên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dişopînin, di vê dema giran û dijwar de dilê min li cem gelê me yê rojavayê Kurdistanê ye.
Hêvîdarim hemû alî xwe aram bigirin û bi jîrane li hember bûyeran tevbigerin û bi rêya diyalogê û berpirsiyarî pirsgirêkan çareser bikin. Ez piştgîriya her cûre hewldanekê ji bo asayîkirina rewşê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan dikim.”













