Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî biryarên PKKê got: “Êdî ti hinceta astengkirina çareseriyê nema.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî daxuyaniya PKKê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Bakirhan got: “Kongre li Tirkiyeyê pîroz be. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyeke demokratîk êdî ti hincet nema. Em Hêvîdar in ku em ê vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin.”