• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Civîna Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê piştî 2 rojan bi dawî bû

    Civîna Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê piştî 2 rojan bi dawî bû

    Rojnamegeran astengkirin û sansur protesto kirin

    Rojnamegeran astengkirin û sansur protesto kirin

    Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

    Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

    Civîna 16emîn a komîsyona Meclîsê diyar bû

    Civîna 16emîn a komîsyona Meclîsê diyar bû

    Ji 7 kesên li Cizîrê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin

    Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin

    Abdullah Ocalan: Çalakiya Bêrîtan çalakiya rûmetê ye

    Abdullah Ocalan: Çalakiya Bêrîtan çalakiya rûmetê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Civîna Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê piştî 2 rojan bi dawî bû

    Civîna Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê piştî 2 rojan bi dawî bû

    Rojnamegeran astengkirin û sansur protesto kirin

    Rojnamegeran astengkirin û sansur protesto kirin

    Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

    Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

    Civîna 16emîn a komîsyona Meclîsê diyar bû

    Civîna 16emîn a komîsyona Meclîsê diyar bû

    Ji 7 kesên li Cizîrê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin

    Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin

    Abdullah Ocalan: Çalakiya Bêrîtan çalakiya rûmetê ye

    Abdullah Ocalan: Çalakiya Bêrîtan çalakiya rûmetê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Ji bo mayîndekirina aştiyê divê birêz Ocalan bi şertên azad rabe

Mahmût Altintaş / AW

24 COTMEH 2025 - 09:42
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku ji bo pêvajo pêşve biçe divê şert û mercên azad ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û got: “Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayîndê pêwîstî bi avêtina gavên şênber heye.”

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di 22yê Cotmeha 2024an de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Bila bang li rêxistina xwe bike, mafê heviyê sûd bigrê û were Meclîsê biaxive.” Bi ser banga Devlet Bahçelî re salek derbas bû. Di vê sala girîng de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kir û piştî bangê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî piştgiriya bangê kir û biryara xwe xwefesixkirinê ragihand. Herî dawî jî di 11ê Tîrmeha 2025an de Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi merasîmeke li navçeya Dukanê ya Silêmaniyê çekên xwe şewitand. Tevî ku Abdullah Ocalan û PKKê gavên mezin û erênî avêtin jî lê saleke soza ku Devlet Bahçelî dabû berhewa maye. Bi taybetî jî ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan tu hewldan pêk nehatine.

Her çiqas di bin banê parlementoya Tirkiyeyê de Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî hat avakirin jî heta niha bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye û ji bo hevdîtinê bernameyeke diyarkirî jî heta niha nehatiye ragihandin. Gavneavêtina dewlet-desthilatê rê li ber şikestina baweriya gel vedike. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan têkildarî vê pêvajoya girîng û dîrokî ji pirsên Ajansa Welat bersivand.

* Piştî gavên dîrokî ku Abdullah Ocalan û PKKê avêtin, pêvajo derbasî merhaleyeke din bû, her çiqas li Meclîsê komîsyonek hatibe ava kirin jî ji ber gavneavêtina dewletê di nav raya giştî de nîqaşên ‘Pêvajo xitimiye’ hene. Gelo di pêvajoyê de xitimandinek heye?

Heke em bêjin pêvajo xitimiye ew ne rast e. Pêvajio hêdî dimeşe lê bi kontrol bi rê ve diçe. Piştî banga dîrokî ya birêz Ocalan û merasîma şewitandina çekan pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Di vê merhaleyê de pêvçûn bi fîîlî rawestiyan. Guherîna ziman, kêm be jî rawestandina pêvçûnan û ava bûna komîsyonê di Meclîsê de gavên şênber ên vê pêvajoyê ne. Erê pêvajo hêdî dimeşe. Gelek sedemên vê hene. Di serî de ji ber polîtikayên ewlehiyê dibêjin em bi baldar bin. Yek jî derûniya ‘Em gavên şaş neavejin’ û travmayên pêvajoyên derbasbûyî û fikarên ji ber provakasyonan dibe sedema hêdîbûnê ku pêvajo bi rê ve biçe.

Fikra min a şexsî ew e; me dikarî di nav salekê de em hê li pêştir bûna. Lê di pêvajoya em gihîştinê de jî rotaya me rast e. Divê bi gavên ji xwe bawer em ber bi aştiyê ve biçin. Ewlehiya pêvajoyê giredayî gavên şênber ên hiqûqî û demokratîk in ku dewlet biavêje. Bendewariya gel jî pirr e.

* Ji bo pêvajo bi serkeftî encam bibe û aştiyeke mayînde pêk were divê bi taybetî aliyê dewletê-desthilatê çi gavên şênber biavêje?

Divê merhaleya duyemîn a pêvajoyê vêguhere aştiya erênî. Di vê serdema ku em gihîştinê de pêvçûn rawestiyane û ev pêvajo veguhere aştiyeke mayînde. Di vê pêvajoyê de pêwîstî bi avêtina gavên şênber heye. Piştî bidawîbûna guhdarîkirinê ya komîsyona li Meclîsê; divê di serî de komîsyon serdana birêz Ocalan bike û çerçoveya qanûnan û qanûnên demokratîkkirinê pêşkeşî Desteya Giştî ya Meclîsê bê kirin. Heke birêz Ocalan di şertên azad de bikaribe bixebite û hevdîtinan bike dê pêşiya pêvajoyê jî vebibe. Divê meclis beyî dem winda bike demildest qeyûman rake û ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî qanûnên demokratîkirin û azadiyê li darbixîne. Ew yek hewcedariyeke aştiya erênî ye.

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk weke bingeha herî girîng a pêvajoyê pênase dike. Gelo li pêşiya entegrasyona demokratîk çi astengiyên siyasî, hiqûqî û civakî hene, dê astengî çawa ji holê rabibin?

Entegrasyona demokratîk tiştekî pirr hêsan e. Entegrasyona demokratîk dibêje; Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî, Çerkez, Laz û hemû pêkhateyên vî welatî bi awayekî wekhev bi hev re bijîn. Netew-dewlet dibêje; ‘Tu Kurdiya xwe ji bîr bike û bibe Tirk’ lê entegrasyona demokratîk dibêje; ‘tu bibe Kurd û Kurdiya xwe bijî ez jî bibim Tirk û Tirkiya xwe bijîm û em bi hev re bibin hemwelatiyê komarê’. Pişaftin tune dike lê entegrasyona demokratîk dibêje tu bibe tu, ez jî ez û em bi hev re bijîn. Entegrasyona demokratîk cudahiyan weke dewlemendî dibîne. Ev ne parçekirine û ne jî yekî di nav yê din de dihelîne. Di nav daristanan de gelek darên cur bi cur hene. Dara berûyê, dara biyê û hemû dar li ser koka xwe de mezin dibin lê bi hev re dibin daristanek. Entegrasyona demokratîk jî ev e. Bila Kurd bi Kurdî bijîn di dibistanan de bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û bi çanda xwe bijîn û di heman demê de bibin hemwelatiyê vî welatî. Elewî, Suryanî, Çerkez û hemû pêkhate jî bi vî awayî. Bila dewlet hemû welatiyan wekhev bibînê û kes jî nebêje tu bibe wek min.

Li pêşiya entegrasyona demokratîk sê astengî hene. Yek aliyê siyasî ye; Li Tirkiyeyê heşmendiya serwer dibêje, ‘Zerarê dide dewletê’ û daxwazên demokratîk pêk nayîne. Lê entegrasyona demokratîk dibêje, dewlet ji bo gel heye ne gel ji bo dewletê. Ya duyemîn jî milê hiqûqî ye; Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê yek netewî li ser gelan ferz dike. Ji bo netew û baweriyên cuda qanûnên mafên wan mîsoger bike tune ne. Ya sêyemîn jî milê civakî ye; Sed sal in gotinên weke, ‘Kurd xeter in û dixwazin welat parçe bikin’ tên kirin. Ev yek jî bûye sedem ku di civakê de tirs û cihêkarî b ê kirin. Sed sal in propagandayeke li dij civakê tê meşandin. Ev astengî çawa dikarin derbas bibin; bi werêkiya siyasî, muzakereya demokratîk, hevpeymaneke nû ya civakî û ya herî girîng jî divê dewlet tirsa xwe ya demokrasiyê derbas bike. Bi vî awayî astengiyên li pêşiya entegrasyona demokratîk dikare bê rakirin.

Entegrasyona demokratîk ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bi entegrasyona demokratîk Tirkiye jî demokratîk dibe. Kurd azad bibin hemû netewên din jî azad dibin. Tirk jî bêtir wê azad bibin. Hemû kes dikare bi zimanê xwe dijî, bi bawerî û çanda xwe bijî. Bi vî awayî em hemû weke hemwelatiyên vî welatî bi hev re biryaran bidin. Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûyîn e û ne jî parçekirin e. Di bin komara demokratîk de jiyankirina bi hev re ye. Ev xewn nîn e. Li gelek deverên dinyayê mînakên vê yekê hene. Tirkiye jî dikare vê yekê pêk bîne. Ji bo wê tenê wêrekî û vîna siyasî hewce ye.

* Di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û hikumeta demkî ya Şamê de ji bo entegrasyonê hevdîtin berdewam dikin. Gelo hûn geşedan û pêşketinên li Rojava û Sûriyeyê çawa dinirxînin?

Bêguman hevdîtinên entegrasyonê di navbera Rojava û Şamê de ji bo pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn pirr girîng e. Li Sûriyeyê di qanûna bingehîn de mîsogerkirina destkêftiyên Kurd û hemû pêkhateyan û avakirina modeleke demokratîk piştigiriya aştiya herêmî û pêvajoya li vir hatiye destpêkirin dike. Berê jî me gotibû; geşedanên li Rojava ne şertê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Yanî gotina heta li wir pêşketin çênebe li vir jî gav neyên avêtin pêvajoyê dilgirtî dike. Herdu jî dikarin ji hevdu re bibin mînak lê ne weke şertekî bingehîn e. Çareseriya Enqereyê û Şamê xwedî dînamîkên cuda ne. Herdu jî li gorî cudahiyên xwe divê di çerçoveya muzakereya demokratîk de bi rê ve diçe. Bêguman pêşketina aliyekî bandor li aliyê din jî dike û ceseret dide.

* Tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” berdewam dike jî Serokkomar Erdogan tezkereya şer ji bo 3 salan dirêj bike pêşkeşî Meclîsê kir, gelo di vê pêvajoyê de ev tezkere tê çi wateyê?

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk salek e tevî kêmasiyan jî dimeşe. Berdewama vê pêvajoyê bi tena serê xwe jî bi wate ye. Lê zerardayîna pêvajoyê û tevgerkirina li dijî banga dîrokî ya 27ê Sibatê ji kesî re serkeftinê nayîne. Tezkere heta niha ji bilî êş û birçîbûnê tiştek nedaye Tirkiyeyê. Tezkereya îro pêşkeşî Meclîsê hatiye kirin jî tu encameke bi xwe re nayîne. Berovajî wê baweriya pêvajoyê qels dike û cesaretê dide kesên li dijî pêvajoye ne.

* We bi siyasetmedar Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş re hevdîtinan pêk anî, gelo hûn di hevdîtinan de li ser kîjan babetan axivîn û we nîqaş kir?

Di hevdîtinan de li ser pêvajoyê nirxandinên berfireh hatin kirin. Hem Figen Yuksekdag û hem jî Selahattîn Demirtaş bi awayekî zelal destnîşan kirin ku pêvajo bi gavên yek alî nameşe û divê bi hev re gav bên avetin. Her wiha bi lêv kirin ku ew hewldanên DEM Partiyê jî dişopînin lê divê bi beşên cuda yên civakê jî qanih bikin û girîngiya vê yekê anîn ziman. Di hevdîtinan de rewş û moralê herdu siyasetmedarên me jî pirr baş bû û vê yekê cesaretê da me jî.

Hevalên me 10 sal in bi awayekî li bêhiqûqî di girtîgehê de tên ragirtin. Hem Selahattîn Demirtaş û hem jî Figen Yuksekdag ji ber binpêkirina biryarên DMMEyê û li dijî bêhiqûqiyê bi bertek bûn. Girtina hevalên me baweriya ji bo pêvajoye qels dike. Hem ew, hem partiya me, hem malbatên wan û hem jî gelê me dixwazin ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Azadiya Demirtaş û Yuksekdag jî wê jidilbûna pêvajoyê jî xurt bike.

* Komîsyon piştî civînên li dar xistin wê dest bi amadekariyên pêşnûmeyên qanûnî bike, gelo ev qanûn ji bo pêkanîna aştiyek mayînde û civakek demokratîk dê çi bi xwe re bînin û pêşniyarên DEM Partiyê çi ne?

Derbasbûna amadekariyên pêşnûmeyên qanûnî ya komîsyonê xala herî girîng a pêvajoyê ye. Weke DEM Partî nêrîna me ew e ku ji bo avakiria aştiyeke mayînde û komareke demokratîk guhertinên qanûnî bên kirin. Demeke dirê je amadekariyên me jî hene. Pêşniyar û dosyeyên me ber bi bi dawîbûnê ve diçin. Em ji bo 86 milyon xelkê vî welatî hiqûqeke rast dixwazin. Di bingeha pêşniyarên me de demokratîkkirina Tirkiyeyê heye. Rêya vê avakirina welatiyên azad, civakeke demokratîk û firehkirina qada demokrasiya xwecihî ye. Ji bo vê jî bêyî ku teng bikin azadiya îfadekirin û rêxistinkirinê di standartên gerdûnî de pêk were. Her wiha ji bo hemû welatiyan mîsogerkirina mafê darizandineke adil û xurtkirina dadgehên serbixwe û bêalî ye. Lê helbet aştiyeke mayînde tenê bi van mafên bingehîn ve pêk nayê. Armanca me pêkanîna entegrasyona demokratîk e. Rêya vê jî xurtkirina demokrasiya xwecihî ye û bidawîkirina rêveberina navendî ye. Divê ev hemû xalên ku me qal kir weke pêvajoya muzakereya demokratîk ku berdewam dike bigirin dest û divê di qanûna bingehîn de bên mîsogerkirin.

* Neçûna komîsyonê ya Girava Îmraliyê gelek caran hat rexnekirin, gelo heke komîsyon neçe bi Abdullah Ocalan re hevdîtin neke, dê kêmasiyên çawa bi xwe re bîne?

Komîsyonê heta niha bi birêz Ocalan re hevdîtin nekiriye. Ev bi xwe kêmasiyeke mezin e. Helwesta birêz Ocalan zelal e. Dibêje bila komîsyon were û li pêşniyarên min guhdar bike. Birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide komîsyonê. Ev kêmasiya komîsyonê nayê fêmkirin. Ji hevdîtina bi birêz Ocalan zêdetir tu hevdîtinên rast nikarin bikin. Divê komîsyon hevdîtina bi birêz Ocalan re ku muzakerevanê sereke ye neke tabuyek. Ji ber bertekên netewperestan bi fikarin. Lê heke hevdîtin bikin wê were dîtin ku ew fikar ne di cihê xwe de ne. Divê desthilat û serokê Meclîsê rehet be. Heke hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin dê bibînin ku wê çawa pêşiya pêvajoya vebibe.

* Kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welat berdewam dike. Her wiha ji bo “mafê hêviyê” jî tu pêşketine çênebûye, ji bo pêşketina pêvajoyê divê di şert û mercên Abdullah Ocalan de çi guherîn werin kirin, têkildarî vê yekê we bi rêyedarên dewletê-desthilatê re tu hevdîtin kirin an na?

Birêz Ocalan 26 sal in di girtîgehê de ye. Divê biryara mafê hêviyê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk were. Ew ne tenê hewcedariyeke hiqûqî ye di heman demê de hewcedariya çareserî û muzakereyê ye. Werin em vê mijarê bi pirsan zelal bikin;

Di 22yê Cotmehê de Serokê MHPê birêz Bahçelî bang li birêz Ocalan kir û got, ‘Bila PKK xwe fexis bike, ji mafê heviyê sûdê werbigire û were Meclîsê biaxive’. Birêz Ocalan jî di 27ê Sibatê de bangeke dîrokî kir û piştre jî PKKê xwe fesix kir. Di 11ê Tirmehê de jî çekên xwe şewitandin. Lê niha rewş çi ye? Yê ku soza xwe pêkanî birêz Ocalan e, yê ku gav avêt birêz Ocalan e û yê ku gaveke dîrokî avêt dîsa birêz Ocalan e. Êdî niha ji bo pêkhatina mafê hêviyê divê vîneke xurt nîşan bidin an na? Sozdayîn û bersiva sozê hat dayîn. Niha dor ne dora pêkanîna soza ku dabûn? Lê dev ji mafê heviyê berdin ev meheke ku em nîqaşên komîsyon divê biçe Îmraliyê an na dikin. Yek jî dema şert û mercên azad ên xebat û hevdîtinan bi birêz Ocalan re nebe, muzekere wê çawa bi selametî pêk were. Bi hevdîtinên ji çend hefteyan carekê pirsgirêka sed salî nayê çareserkirin. Ev çareserî divê di şert û mercên azad ên hevdîtinan de pêk were. Şandeya me di hevdîtinên li gel desthilatdarê de ev yek bi awayekî zelal anîn ziman. Mafê hêviyê ne tenê mafê birêz Ocalan e. Mafê bi milyonan kesên ku li benda aştiyê ne ye. Divê hiqûq bê pêkanîn, sozên ku dane pêk bînin û pêvajo bi awayekî cîdî bi rê ve biçe. Ji bo wê jî pêkanîna şert û mercên azad ên xebat û hevdîtinên bi birêz Ocalan re xwedî girîngiyeke mezin e.

* Devlet Bahçelî di komcivîna dawî ya partiya xwe de îdia kir ku ‘Kurd nehatine înkarkirin, bi bişaftinê re rû bi rû nemane’ daxwaza hemwelatîbûna wekhev jî red kir. Gelo hûn vê daxuyaniyê çawa dinirxînin û dê zerareke çawa bide pêvajoyê?

Daxuyaniya birêz Bahçelî ji rastiyên dîrokî dûr in û gotinên wî hevdu nagirin. Şêwirmend an jî yên daxuyaniya wî dinivisînin divê derbarê vê mijarê de rastiyan berfireh bigrin dest. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bingeha hemû pirsgirêkan e. Sedema vê jî pratîka înkarê ye. Piştî avabûna komarê nêrîna, ‘Kurd tune ne’ derdiketin pêş. Piştre gotin ‘Kurd hene lê hebûna wan a fermî tune ye’ ev bi awayekî sîstematik berdewam kir. Bi polîtikayên Îskanê heta 1930yî koçberiya bi dara zorê berdewam kir. Di salên 1980î û 1990î de jî Kurdî li cihên fermî hat qedexekirin. Her wiha di van salan de gund jî hatin valakirin û di van salên dawî de jî bi polîtikayên qeyiman ew polîtikayên tunehesibandinê berdewam kir. Ev qewimandin hemû gotina ‘Bişaftin tune ye’ bi awayekî şênber bişaftinê radixe berçavan.

Em ji ‘Tirkên çiyayî’ heta roja îro hatin. Mixabin tune hesibandin niha jî bi qedexekirina mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî, polîtîkayên qeyim û guhnedana daxwazên demokratîk berdewam dike. Ji ber wê jî di pêvajoya ku em qala Aştî û Civaka Demokratîk dikin de daxuyaniyên bi vî rengî tu feydeyê nade pêvajoyê. Berovajî wê dibe sedema pirsnîşanan û şikestinan. Ji ber ku di aştiyê de mabesta me qebûl kirin e. Heke înkar û bişaftin tune ye îro em qala çareseriya çi dikin? Bi tunehesibandinê em ê li ser çi baweriyê xwe ava bikin. Ji ber wê jî ew gotin ne gotinên aştiyê ne.

Em carek din bi rêya Ajansa Welat vêya dibêjin; Heta înkar berdewam bike bîra civakê wê her tim biêşe û bawerkirin pêk neyêş. Înkar berdewam bike muzakere wê qels bibe û yên provakator wê bi hêz bibin. Aştiya mayînde bi hevrûmayinê pêk tê. Bingeha xwe jî mîsogerkirina mafê hemû pêkhatê û komareke demokratîk digire. Aştiya mayînde çareserkirina pirsgirêka hemwelatîbûyinê pêkan e. Hemû gotinên ku mafê ziman û çanda Kurdî nas neke kêm in. Ji ber wê jî gotinên birêz Bahçelî hem ji rastiyên dîrokî ve û hem jî ji rastiyên civakî dûr in. Ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Helbet ez di wê baweriyê de me ku dema em werin cem hev û li ser vê yekê nîqaş bikin em ê bêtir hevdu fêm bikin.

 

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştî û Civaka DemokratîkDevlet BahçeliHevserokê DEM Partiyê Tuncer BakirhanpêvajoTuncer Bakirhan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

‘Dayikên Aştiyê dixwazin biçin Girava Îmraliyê’

24 COTMEH 2025
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

23 COTMEH 2025
‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

23 COTMEH 2025
Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

20 COTMEH 2025
Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

19 COTMEH 2025
Li Abya Yalayê fikrên Abdullah Ocalan dan naskirin

Li Abya Yalayê fikrên Abdullah Ocalan dan naskirin

19 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (409)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne