Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan xwest komîsyona li Meclisê tavilê bê avakirin û got ku pêvajoya heyî de li Rojhilata Navîn hêza herî çalak û kirdeyek girîng Kurd in.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Bakirhan di serî de kesên di Komkujiya Madimakê de hatibûn kuştin bi bîr anî û got ku bi Madimakê re hewl dan hêviya pêkvejiyanê jî tune bikin.
Bakirhan bal kişand ser şewatên li Îzmîr, Manîsa û Hatayê û got ku ev şewat di encama terkexemiyan de derdikevin.
‘Serdest û kapîtalîzm xitimîn’
Bakirhan diyar kir ku dinya di nava veguherîneke mezin de ye û anî ziman ku endustriyalîzm û kapîtalîzm di nava xitimîneke mezin de ne. Bakirhan da zanîn ku modernîteya kapîtalîst li her derê bi derxistina şer hewl dide çekan bifiroşe û wiha got: “Hewl dide bi rêyên enerjiyê xwe ji vê xitimînê derxîne. Dema em li encama civîna NATOyê ya 2025an dinihêrin, dibînin ku dengê gavên şerê cîhanê tê. Di demeke bi milyonan kes birçî û bêkar de, di demeke maf û hiqûq ji holê hatin rakirin de NATO pirsgirêkan kûrtir dike. Ewlehî, ne bi zêdekirina çekan lê bi hîn bêhtir wekhevî û edaletê dibe. Ne bi bombe, top û tifingên zêdetir lê bi bêhtir azadî û wekheviyê dibe.
Niha dîzayneke li Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ev şewata ji Xezeyê heta Tehranê, ji Kîevê heta Şamê ne şewateke belasebeb e. Modernîteya kapîtalîst, krîza xwe bi bombeyan, bi fuzeyan û bi balafirên şer dide der. Dengê lêgerînên guherînê yên pergala cîhanê li Rojhilata Navîn olan dide. Em nikarin tu yek ji van şeran ji şerê hegemonyayê yê kûrewî û herêmî cuda bigirin dest. Rageşiya di navbera Îran-Îsraîlê de hêza li herêmê ji nû ve dinivîse. Rageşiya li Sûriyeyê, bêîstîqrariya li Iraqê, ev tevek dînamîkên hev xweyî dikinin ku li ser korîdorên enerjiyê tên kirin. Heta ku em Projeya Korîdora Enerjiyê ya Hînd-Ewropayê fêm nekin, em ê nekarin geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn fêm bikin. Ev proje, projeyeke emperyal e. Ji bo cîbicîkirina daxwazên welatên rojavayî ye. Ji bo vê projeyê, hilweşînên jeopolîtîk dixin meriyetê.
Di navenda hemû senaryoyan de Kurd hene
Rojhilata Navîn di nava du rêyan de ye ku yek ji wan rageşiyên etnîkî û dînî ya din jî pêkvejiyana azad e. Em dixwazin li Rojhilata Navîn jiyaneke azad û demokratîk ava bikin. Li şûna nêzikatiya dewletperest a netewe dewletê ku sedsal in didome, rêya 3yemîn ferz e. Azadî û ewlehiya gelan ne bi serdestiya netewe dewletê lê di avakirina pêkvejiyanê de ye. Lewma em her gavê pir biqîmet dibînin. Mesela, em hêvî dikin ku xebatên avakirina hikûmetê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê tavilê biencam bibin. Hilbijartin hatiye kirin lê bi meha ye hikûmet nehatiye avakirin. Di navenda hemû senaryoyên li Rojhilata Navîn de gelê Kurd heye û di rewşeke wiha de avakirina hikûmeta herêmê jiyanî ye. Di serî de Kurd, îstîqrara navxweyî yên gelên herêmê û cîbicîkirina demokrasiyê dikare zemîneke girîng ava bike.”
‘Girtiyên me berdin’
Bakirhan bertek nîşanî biryara bihincet a Doza Kobanê ku 33 hezar rûpel e, da û got: “Ev kaxiz, kompas û navê mudaxileya li dijî siyaseta demokratîk e. Divê hevalên me tavilê bên berdan. Ev hevalên me li derve dikarin ji bo pêvajoyê li gel me sûdewer bin.”
‘Wezîfe dikeve ser milê her kesî’
Bakirhan anî ziman ku ji bo bidawîbûna neheqî û derhiqûqiyan peywireke mezin dikeve ser milê Meclisê û got: “Divê êdî lez bidin avakirina komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Du berên vê pêvajoyê hene, yek jê avêtina gavên demokratîkbûnê ye û ay din jî birêvebirina pêvajoya çekdayînê ye. Ji bo bêçekbûnê, divê têkildarî PKKê qanûn were çêkirin û bingeha wê were amadekirin. Em bang li Meclisê dikin ku di vê mijarê de erka xwe pêk bîne.
Heke komîsyon bi awayekî encamgir bixebite û naveroka wê guncav be, piştrast bin ku dê li Tirkiyeyê pêşiya demokrasiyê vebe. Ji ber ku îstîqameta çareseriya demokratîk û aştiyê Enqere, cihê wê Meclis û muxatabê 86 milyon welatî ne. Di pêvajoya heyî de li Rojhilata Navîn yek ji hêzên herî çalak, hêza ji hêla fikrî û siyasî ve nû û kirdeyeke girîng jî Kurd in. Nêzikatiya me ya Rêya 3yemîn, li dijî modela netewe dewletê alternatîfeke demokratîk pêşkeş dike.”