Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana girtiyên 30 salî Kamuran Taş û Eren Yildiz ên ku çend roj berê hatibûn berdan, kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta pê re li bajarê Dîlokê ne. Tuncer Bakirhan û heyeta xwe serdana girtiyên 30 salî Kamuran Taş û Eren Yildiz ên ku çend roj berê hatibûn berdan, kir. Tuncer Bakirhan li mala Kamuran Taş a taxa Guzel Vadî ya navçeya Şahînbey a Dîlokê jî aliyê Kamuran Taş û Eren Yildiz ve hat pêşwazîkirin. Ferdên malbata Kamuran Taş û Eren Yildiz li ber derî bi çepik û tîlîliyan pêşwazî li Bakirhan û heyeta pê re kirin.
Piştî pêşwaziyê Bakirhan û heyeta xwe derbasî nav malê bûn. Tuncer Bakirhan li gel Kamuran Taş û Eren Yildiz sohbet kir û li ser pêvajoya heyî axivîn.
Bakirhan û Buldan tev li civîna gel dibin
Tuncer Bakirhan û endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan dê êvarê li otelek bajêr beşdarî civîna gel bibin û li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rewşa Rojava-Sûriyeyê axaftin û nirxandinan bikin.














