Balafira şer a Tirkiyeyê gundê Mesreb ê Sirînê bombebaran kir. Di êrîşa hewayî de 2 zarok û bavê wan jiyana xwe ji dest dan.
Balafira şer a Dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê maleke sivîlan bombebaran kir. Di êrîşa hewayî ya balafira şer de 2 zarok û bavê wan bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 5 kes jî birîndar bûn.
Balafira şer a Tirkiyeyê saet di 18:00an vê êvarê li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê kantona Firatê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî, di encamê de bav û 2 zarokên wî jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 5 kes jî birîndar bûn.
Navên keszên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Îsmalîl Hisên Mustefa (37), Fatme Îsmaîl Mustefa (12), Aşye Îsmaîl Mustefa (13).
Navên birîndaran jî wiha ye: Hisên Îsmalî Mustefa (10), Xilûd Îsmaîl Mustefa (8), Elî Îsmalî Mustefa (2) û Behriye Îsmal Mustefa (1) û Îman Îsmaîl Mustefa (5)