Balafireke bêmirov a dewleta Tirk li derdora gundê Xirbit Camûs ê Hesekê bombe barand. Di êrîşa SÎHAyê de welatiyekî-ê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji herêmê dane, di van kêliyan de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Xirbit Camûs ê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de welatiyekî/ê jiyana xwe ji dest da.