Balafirên şer ên Tirkiyeyê dora bendava Tişrînê û gundewarên Silûkê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, balafirên şer ên Tirkiyeyê dora bendava Tişrînê bombebaran kirin. Der barê encamên bombebaran de tu agahî nehatin bidestxistin. Li aliyê din komên girêdayî Tirkiyeyê bi çekên giran gundên başûrê bajarê Silukê topbaran kir. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, topbaran li ser gundên Mixlet, Um El Beramîl û Himeyd bi topên hawanê tê kirin.