Balafirên şer ên Tirkiyeyê şevê din dîsa derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê her roj bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dikin. Di êrîşan de heta niha gelek mirov hatin kuştin û birîndar bûn. Dîsa êrîşî binesaziyên bajaran dikin. Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk duh bi şev derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir. Agahiyên zêdedetir nehatin bidestxistin. Duh jî dewleta karwanê gel a ji bo piştgiriya berxwedana şervanên HSDê û parastina Bendava Tişrînê ketibûn rê, bombebaran kiribû. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 6 kes jî birîndar bûbûn.
Li aliyê din girseya ku duh bi karwanekê çû Bendava Tiştrînê û li wir dest bi nobetê kir, nobeta xwe berdewam dike.