Balafirên şer baregehên leşkerî yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Hat zanîn ku tevgera balafiran ya li herêmê berdewam dike.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; îro piştî nîvrokî balafirên şer Amerîka-Îsraîlê êriş birin ser baregehên leşkerî yên rejîmê yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê yên li navçeya Cemaldîn ya dikeve pişt navçeya Hêro.
Li gorî heman agahiyan heta niha tevgera balafirên şer ya li ser herêmê berdewam dike û ji navçeya Hêro dengê balafiran tê bihîstin.
Balkêş e ku ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve herî kêm navend û baregehên leşkerî yên li ser sînor hatine bombekirin. Bêtir navenda bajarên wek Tehran û bajarên din hatine bombebarankirin.
Hêjeyî gotinê ye ku di agahiyê dawîn de tê gotin ku hêzên rejîma Îranê hêzên bejayiyê yên leşkerî dişîne ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.













