Balafirên şer ên dewleta Tirk gundewarê dora Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê bombebaran dikin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan herêmê parve kirin, balafirên şer ên dewleta Tirk gundewarê Bendava Tişrînê bombebaran dikin. Êrişan dewleta Tirk li pêş civaka navneteweyî pêk tê. Ji 28ê mijdara 2024an heta niha di êrîşên hewayî de 92 sivîl hatin kuştin û 43 sivîl jî birîndar bûn. Di êrîşan de gelek depoyên genim, aşên genim stasyonên petrolê û santralên enerjiyê bûn hedefa êrîşên balafirên şer.