Rexistina CPTê diyar kir ku balafirên şer ên Tirkiyeyê çiyayê Metîna bombebaran kiriye.
Endamê Rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman bi peyamekê ragihand ku balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk di saet 16:15an de Çiyayê Metîna yê gundê Belave yê navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kiriye.
Kameran Osman da zanîn ku di bombebaranan de kuştî û birîndar tune ne, lê bombebaran bû sedema tirs û fikarên welatiyên gund û geştiyarên bi armanca geştê çûne deverê.