Sefîrê Îranê yê li Pakistanê diyar kir ku navbeynkariya ji bo danustandinên navbera Amerika û Îranê di qonaxeke hesas de ye.
Şerê li dijî Îranê di roja 39an de didome. Li aliyekî hewildanên dîplomatîk gihîştine asteke diyarker, li aliyê din zextên navxweyî yên rejîma Tehranê giran dibin. Balyozê Îranê yê li Pakistanê ragihand ku navbeynkarî di qonaxeke “hesas” de ye.
Navbeynkariya Pakistanê di kêliya dawî de ye
Balyozê Îranê yê li Pakistanê Reza Amîrî Moqadam, li ser hesabê xwe yê platforma Xê ragihand ku hewildanên Îslamabadê yên ji bo rawestandina şerê DYA-Îsraîlê “erênî û berhemdar” in. Moqadam destnîşan kir ku ev pêvajoya dîplomatîk êdî nêzî qonaxeke “krîtîk û diyarker” bûye. Moqadam da zanîn ku tê pêşbînîkirin ku ev hewildan şansa dawî bin berî ku ultîmatoma Trump bi dawî bibe.
Fermana Îranê: Lez bidin darvekirinê
Li aliyê din, Serokê Dezgeha Daraza rejîma Îranê Xulamhuseyn Muhsenî Ejeî, fermaneke nû da dozger û rayedarên daraza rejîmê. Ejeî xwest ku dozên wan kesên ku bi “hevkariya bi dijmin re” tên tawanbarkirin, zûtir werin encamdan.
Ejeî xwest ku biryarên darvekirin û destdanîna ser mal û milkan zû bên bicîhanîn.
Ji destpêka êrîşên hevbeş ên DYA û Îsraîlê (28ê Sibatê) ve, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê bi sedan kes bi tohmeta sîxurî û hevkariya bi welatên biyanî re binçav kirine.
Rageşiya li ser maseyê û li qadê
Dema ku Pakistan hewl dide agirbestekê pêk bîne, daxuyaniyên tund ên dadweriya Îranê wekî peyamekê ji bo muxalîfên navxweyî tê nirxandin. Rejîma Tehranê bi van gavan dixwaze di dema şer de kontrola navxweyî biparêze.













