Rêveber û endamên DBPê ji bo meşa şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15ê Sibata ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang li gelê Amedê kirin ku tev li meşê bibin û gotin: “Werin em Kurdistanek azad ava bikin.”
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Amedê sibê êvarê meşa meşaleyî bi dirûşma “Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve” li dijî komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan 27 sal berê pêk hatibû, dê bê şermezarkirin. Meş saet di 18:00an de ji Parka Koşuyoluyê dest pê dike û dê heta Qada Îstasyonê berdewam bike.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakût, endama DBPê û nivîskar Sultan Yaray, Hevserokê DBPa Navçeya Rezanê Şahîn Seyyar û rêveberê DBPa Amedê Seyfettîn Tora têkildarî meşa sibê dê bê lidarxistin ji ajansa me re axivîn û banga beşdariya meşê kirin.
‘Em vê tarîtiyê têk bibin’
Rêveber û endamên DBPê bal kişand ser girîngiya têkoşîna aştiyê û civaka demokratîk û diyar kirin ku armanca wan ew e bi ronahiyê tarîtiyê têk bibin û gotin: “Em dixwazin hemû cîhan ronahiya me bibîne û banga me bibihîze. Hûn jî werin, em bi hev re bimeşin û Kurdistanek azad ava bikin. Hêzên navneteweyî bi komployên nû dixwazin Kurdan bêstatu bihêlin. Lê Kurdan û hemû dostên wan aştîxwaz kirin ku Kurd carek din bibin rojeva cîhanê û bibin xwedî statû. Sibê em ê ji ber Bîrdariya Mafên Mirovan ê li Parka Koşuyoluyê bicivin û meşa li dijî komployê li dar bixin. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê.”












