Barcolanyê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bi pêşengtiya Weqfa Barçayê projeya “Lîga Hêviyê” da destpêkirin.
Tîma Futbolê ya Barcelonayê ku tîma Herêma Xweser a Katalonyayê ya Spanyayê ye û li cîhanê tê naskirin, li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê “Lîga Hêviyê” dide destpêkirin.
Li gorî nûçeya li ser malpera fermî ya Weqfa Barçayê, weqfê bi hevkariya La Caserna, Enîstîtuya Bêtundîtiyê NOVACT, UPP, Doz International, IDare û Casa Nostra Casa Vostra’yê projeya “Lîga Hêviyê” ku dê di 25ê Hezîrana 2025an dest pê bike û heta 2026an bidome didin destpêkirin. Bi projeyê tê xwestin ku xwe bigihînin zêdetirî 600 zarokên temenê wan di navbera 8-14 salî de.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hedefa projeyê ne tenê futbol e û yek ji armancan jî pêşîlêgirtina gotinên nefret û tundiyê ye. Di nûçeyê de hate gotin ku xebata ewil di Nîsanê de li herêmê hatiye kirin û lîstikvanê futbolê yê Barcelonayê yê berê Oleguer Presas li Kobanê, Hesekê, Reqa, Tirbespiyê, Hewlêr û Silêmaniyê ji bo kadroyên dê zarokan bigihînin perwerde daye.