Amed – Kuçe û cadeyên Amedê bi erebeyên çekçek bakê dikişînin ser xwe. Ev çekçek jî bûn e yek ji remzên bajêr. Kesên ku erebeyên çekçek dikişînin gotin ku ew karekî giran dikin.
Dema ku mirovek li kuçe û kolanên Amedê bigere dê rastî kesên ku bi erebeyên çekçek barkêşiyê dike were. Ev barkêş ne li germê ne jî li sermayê guhdar dikin. Carna bi sedan kîlo bar li ser van erebeyan dikin û dikişînin. Her cure bar ango eşyayên xelkê dikişînin. Ev welatiyên ku karê erebeyên çekçek dikin bi salane pê debara xwe dikin. Hin ji wan ciwan in, hin ji wan navsere ne. Bi saxlemî barê ku dikişînin digihînin cihê wan. Tevî carna bar giran e jî ev barkêş bi hemû hêz û qeweta xwe erebeyê li pey xwe dikişîne.
Li gorî dûr û nêzik jî bihayê çekçekê diguhere. Di nava Sûrê de 50 lîre distînin li derveyî Sûrê jî di navbera 200-300 lîreyî de tê stendin. Bar çiqas giran be jî pere nayê guhertin. 300 kîlo jî heman pereye 10 kîlo be jî heman biha ye.
Li pey xwe barê jiyanê dikişînin
Karkerekî çekçekê diyar kir ku ew berî 35 sal ji Merdînê koçî Amedê bûne û wiha axivî: “Ji ber kar li Amedê zedê bû em hatin Amedê. Ev 35 sal e vî karî dikim. Êdî ez naxwazim vî karî bikim. Lê ji ber ku ez neçarim ku dîsa berdewam dikim. Baran û berf gelek zehmet e, tiştên ku em dikişînin şil dibîn. Pereyên bar li gorî derdorê em distînin. Nav Sûrê 50 lîre ye, derveyî Surê jî di navbera 200 û 300 lîreyî de ye.”
Karkerek din jî destnîşan dike ku ew li Amedê hatiye dinê û 40 sal e vî karî dike û got: “6 zarokên min hene. Min bi vî karî 2 zarokên xwe zewicand. Serê sibehê carna kar çêdibe wekî din kar dernakeve. Pirr kêm bûye. Ji sibehê ve min tenê 300 lîre qezenc kiriye. Ez naxwazim vî karî bikim lê zarokên min ên biçûk hene. Em bi vî awayî zikê xwe têr dikin. Dema ku ez diçim malê nikarim li ser xwe bisekinim.”