Baroya Colemêrgê têkildarî binçavkirinên li Geverê daxuyanî da û baroyê da zanîn ku binçavkirin ne li gorî rêgeza hiqûqê ne û ne jî qanûnî ne û xwest hemû kes demildest werin berdan.
Baroya Colemêrgê têkildarî binçavkirinên rojên dawî li navçeya Geverê ya Colemêrgê pêk tên daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî meş û çalakiyên aştiyane di serdegirtinên malan de welatî tên binçavkirin. Baroyê da zanîn ku di nav binçavkiriyan de zarok jî hene û gelek kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovana Ewropayê çalakiyên ku şîdet, tehdît û zordestî tê de tune ne, nikarin bibe mijara lêpirsînê û cezakirin. Baroyê di daxuyaniyê de bal kişand ser girtina zarokan û got ku ev yek divê ji hêla pergala dadweriya zarokan ve, Qanûna Parastina Zarokan û peymanên navneteweyî bi şert û hêsasiyet were nirxandin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku bi şîrove û gotinên sorkirinê yên li dijî çalakiyên ku di çarçoveya azadiya îfade û civînan de pêk tên û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” binçavkiriyên ku pêk tên bi eşkereyî li dijî prensîba qanûnên dewletê ye.
Baroya Colemêrgê di daxuyaniyê de bang kir ku desthilat girtinên neqanûnî bi dawî bike û welatiyên ku hatine binçavkirin demildest werin berdan û pêvajoyê di çarçoveya qanûnî de were rêvebirin. Baroyê diyar kir ku dê vê pêvajoyê bi awayekî qanûnî bişopîne.







