Bi hezaran welatî li hember talana xwezauê meşiyan. Hevserokê DBPê Bayindir di axaftina xwe de got ku pêvajoyek aştiyê heye û divê dewlet ewil bi xwezaya me re aştiyê pêk bînin.
Di nav de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên DBPê yên Giştî Çîgdem Kiliçgûn Ûcar û Keskşn Bayirdir, Hevberdevka Însiyatifa Yekitiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevserokê Giştî yê SYKPê Mertcan Tîtîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, gelek parlementerên DEM Partiyê, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên bajarên Amed, Sêrt, Mêrdîn, Riha, Êlih û Şirnexê, endamên tevgerên ekolojiyê yên herêmê û bi hezaran welatiyên li Qada Cûmhûriyetê kom bûyîn bi panqartên, ‘ Talan û rant jiyana me qir dike, em ê jiyanê biparêzin’ , ‘Nobedarê dara gûzê ne, em li vir in’ û bi diruşmên, ‘Bêxweza jiyan nabe’ heya Qada Qehwa Emerê Ereb meşiyan.
‘Êrişî xweza û jiyana Şirnexê dikin’
Piştî ku girse gehişt Qada Qehwa Emerê Ereb ji bo cangoriyên azadiyê deqeyekî rêzgirt. Piştî rêzgirtinê Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyolê daxuyanî xwend. Akyolê got; “Îro em ji bo pêşî ji qirkirina xwzeyê bigirin li Botanê hatine cem hev. Salên 90î bi valakirina gundan û êrişên li ser bajaran êrîşî gelê me kirin. Îro jî li gel pêkanînên salên 90î, talanê li ser xwezaya me pêk tînin. Ji çar aliyan ve êrişî xwezaya Şirnexê dikin û ev êriş tenê ne bi xwezayê ve girêdayî ye, di heman demê de êrişî jiyan û çanda Şirnexê dikin. Em ê êdî ji bo ku darek neyê birînê li dij van polîtîkayan rawestin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotî, ‘Kesên bi xwezayê re aştiyê pêk neynin nikarin bi mirovan re jî aştiyê pêk binin.”
‘Siyaseta dagirkeriyê li ser Şirnexê dimeşînin’
Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha got; “Ez berxwedana we bi hezaran caran silav dikim. Sedem û armanca vê berxwedana me heye, ev bi salan e em li hember êrişên li ser xwezaya xwe li ber xwe didin. Em dizanin dema mijar dibe xwezaya Kurdistanê dewlet çawa nêzik dibe. Dema agir bi daristanên me dikeve yek firokeya agirkuj tuneye. Lê dema ji bo şer be bi sedan firoke li Kurdistanê tevdigerin. Siyaseteke dagirkeriyê li ser Botanê dimeşînin. Ev siyaseta talanê ye. Bi awayekî dijminî nêzikî xwezaya me dibin. Êrişa li dij xwezayê êrişa li dij ziman û çanda me ye. Pêvajoya aştiyê berdewam dike. Bi vê ve girêdayî divê ewil bi xwezaya me, çemên me, çiyayên me û daristanên me re aştiyê pêk binîn.”
Bayindir li ser girîngiya çalakiyê jî axivî û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Girîngiya çalakiya me baldariya li ser talana xwezayê ye. Yek dar rûmeta me ye, yek dilop av û kulmek ax rûmeta me ye. Em şirîkên vê talanê hişyar dikin, em parlementer û saziyên dewletê hişyar dikin. Em îro bi hezaran li vir in. Ger hûn dev ji van polîtîkayan bernedin em ê bi deheazaran, bi sedhezaran werin ber deriyê saziyên we. Polîtîkaya talanê û polîtîkaya li ser gelê Kurd ji hev ne cuda ne û em vê yekê wiha dibînin. Heya ku çalakiyên me encam nedin û dewlet dev ji vê talanê bernede em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”
‘Ji xwezaya me re jî dijmintiyê dikin’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê jî diyarkir ku dema ji bo agirkujiya daristanan be firoke tunene, lê ji bo şer bi sedan firoke her roj amade ne û wiha axivî; “Îro li Şirnexê em çalakiyeke bi rûmet li dar xidin. Em ji bo darên Şirnexê, ji bo axa Şirnexê hatine cem hev. Îro çar aliyê Tirkiyeyê bûye guriya agir û her der dişewite û desthilatdarî li şûna ji bo agirkujiyê firokeyan bikire ji bo zarokên xwe dikire. Desthilatdar ji roja hatî ser kar heya îro rûxsetan didin alîgirên xwe û her roj rûxsetan belav dikin. Erdnîgariya Kurdistanê ji salên 90î heya îro rastî nêzikatiyeke dijminane hatiye. Her der kirine qelekol û qerekol, ji ber ewlehiyê dar birîn û piştre leşker û cerdevanan ji bo rantê ev yek berdewam kir. Îro weke Tofana Nûh êrişî her qada jiyana me dikin. Çawa ku Nûh li hember tofanê li ber xwe da û serket, em ê jî heya dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê ji bo her devera Şirnexê, Kurdistanê û Tirkiyeyê li ber xwe bidin û serbikevin.
Piştî axaftinan girseyê ji bo nobetê berê xwe da Herêma Bestayê.