Amed – Serokê PSKê yê Giştî Bayram Bozyel diyar kir ku ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî divê pêşî li her çar aliyên Kurdistanê tifaqa Kurdî pêş bikeve û got: “Ji xeynî tifaq û yekîtiyê tu alternatîf li pêşiya hêzên Kurd tune ye. Tenê bi riya tifaqeke berfireh û neteweyî, Kurd dikarin bigihin armanc û azadiya xwe.”
Geşedanên li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn diqewimin bandorê li ser pêşeroja gelê Kurd jî dikin. Dema li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî gelê Kurd lê dijî û li ser Rojava êriş dest pê kirin li her çar parçeyan ,diaspora û cihanê gelê Kurd bi yek deng û awazê banga yekitiyê kirin û ev yek dengî bi awayekî xwezayî yekîtiyek din ava gelê Kurd de ava kir. Lê di nava partî, sazî û dezgehên Kurdan de hêj jî yekîtiyeke berbiçav nehatiye avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî her tim balê dikişine ku ji bo xetereyên heyî divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin û Kongreya Neteweyî pêk bînin. Heke ev yek pêk were gelê Kurd dê di Rojhilata Navîn de bibe hêzeke mezin. Her çiqas hewldanên partî, sazî û dezgehan ji bo pêkhatina yekîtiyê hebin jî hêj yekîtiya gelê Kurd pêk nehatiye. Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) yê Giştî Bayram Bozyel li ser yekitiya gelê Kurd, Kongreya Neteweyî û yekbûna partî û dezgehên li Rojhilatê Kurdistanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Miletê Kurd ji salên berê zêdetir hişyar e’
Bayram Bozyel destnîşan kir ku gelê Kurd di serdemeke taybet re derbas dibe, Rojhilata Navîn serûbin dibe û pergala li dijî Kurdan di nav qeyraneke kûr de ye û ev tişt got: “Her wiha dewletên dagirker êdî wekî berê nikarin hukmê xwe bimeşînin. Ev jî tê wê wateyê ku, zemîna yekîtiya neteweyî ji duh zêdetir amade ye. Miletê Kurd jî ji salên berê zêdetir hişyar e. Nimûneya vê yekê me di meha Çileyê de dît ku bi minasebeta Rojavayê Kurdistanê, li seranserê dinyayê hemû Kurd rabûn ser piyan, qad tejî kirin û doza Kurd, daxwazên miletê Kurd anîn ziman. Divê partiyên Kurdî û partiyên Kurdistanî li ser bernameyeke rêkûpêk li hev bikin. Divê em vê bernameyê jî bi awayekî zelal bînin ziman. Mebesta min ew e; divê em miletê Kurd wekî neteweyekê pênase bikin û em qebûl bikin ku mafê Kurdan heye ku li ser axa xwe, li Kurdistanê, xwe îdare bikin.”
‘Kongreya Neteweyî bi tifaq û yekitiyê pêkane’
Di berdewama axaftina xwe de Bayram Bozyel da zanîn ku wekî her miletî, mafê miletê Kurd e ku ew jî qedera xwe tayîn bikin û wiha domand: “Bi ya min, divê partiyên Kurdî werin bahev. Divê li ser bernameyeke rêkûpêk û neteweyî lihevkirin bê avakirin. Kongreya Neteweyî, tenê dema ku li her perçeyî tifaqa Kurdî hebe, dikare li ser wê bingehê were lidarxistin. Eger em bibêjin li Bakurê Kurdistanê tifaqa Kurdî hebe li Rojava û li Rojhilat jî hebe û li Başûr jî ev bi hev re bin wê gavê mirov dikare Kongreya Neteweyî wekî baniyekî bifikire. Na, eger li her çar perça tifaqa Kurdî pêk neyê, wê gavê wê li ser çi bê avakirin? Yanî zemîna wê dê çawa çêbibe? Li gorî tecrubeyên me û li gorî şert û mercên Kurdistanê, ji cihê Kongreya Neteweyî zêdetir, mekanîzmayeke koordînasyonê ji me re lazim e ku bikaribe di navbera çar perçeyan de danûstandinê hêsantir bike. Bikaribe partiyên çar perçeyên Kurdistanê bîne cem hev da ku tecrubeyên xwe, nêrînên xwe û stratejiyên xwe parve bikin.”
‘Divê Kurd dewletê jî mecbûr bikin ku ew mafê Kurdan nas bike’
Bayram Bozyel di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tevgera Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di qonaxên cuda de ye û li her çar perçeyên Kurdistanê berê wan li dewleteke din e û wiha got: “Li Bakur berê Kurdan li Enqereyê ye, li Îranê li Tehranê ye, li Sûriyeyê li Şamê ye. Ji ber vê yekê, meseleya Kongreya Neteweyî, bi dîtina min belkî wekî peyv tiştekî îdeal be, lê pêkanîna wê zehmet e. Di şûna wê de, em dikarin mekanîzmayeke wisa bibînin ku hem rastiyên çar perçeyên Kurdistanê li ber çavan bigire, hem jî di heman demê de xalên hevpar ji bo xwe esas bigire; bikaribe danûstandin, zemîna diyalogê û koordînasyonê çêbike. Gelo ev dê bibe federasyon, serxwebûn, an otonomî? Divê daxwazên xwe di vê meseleyê de zelal bike. Ez bi xwe bi hêvî me. Ji xeynî tifaq û yekîtiyê tu alternatîf li pêşiya hêzên Kurd tune ye. Ji ber ku tenê bi riya tifaqeke berfireh û neteweyî, Kurd dikarin bigihîjin armanca xwe û azadiya xwe. Wezîfeya siyasetmedar û partiyan ew e ku daxwazên milet bibînin û pêvajo ber bi ku ve diçe fam bikin. Li gorî wê, divê helwesteke neteweyî, helwesteke millî û nîştimanî peyda bikin ku xelkê Kurd bi wan bawer be û li pey wan biçe. Da ku bikaribin bi vê hêzê û bi vê enerjiyê, dewletê jî mecbûr û ferz bikin ku mafê Kurdan, nasnameya Kurdan û statuya Kurdan nas bike.”







