Di dîrokê de cara yekem Enstîtuya Çandî ya Kurd-Alman (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) kuliyata helbestên Cegerxwînî derbasî dîjîtalê dike, 900 helbest dê li qada dîjîtal bên parvekirin û dê helbest li 240 welatan bên weşandin.
Cegerxwîn ango bi navê din Şêxmûsê Hesarî helbestkarê gewre yê neteweperweriya Kurdî ye. Helbestên wî wekî destanekê li ser zimanan geriyan, hin caran bûn newa û ketin hafizeyan, hin caran bûn stargeh di demên herî zehmet de. Ruhê Kurdewar bi mîrateya xwe berceste kirin. “Kî Ne Em” bû navê hişyariyê, ji bo yekîtiya neteweyî bû rastiya her dewr û dewranekê. Dara qahîm a edebiyata kurdî ye ew. Van heyaman ji bo berhemên Cegerxwîn xebate girîng tê kirin. Niha jî Enstîtuya Çandî ya Kurd-Alman (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) hemû berhemên seydayê Cegerxwîn dîjîtalîze dike.
Nûçegihana rojnameya Ozgur Polîtîkayê Gulcan Derelî bi produktorê muzîkê, gerînendeyê Enstîtuya Çandî ya Kurd-Alman, Hakan Akay re derbarê vê xebata girîng, naveroka wê, prose û armancên vê xebatê de axivî.
Niha dewra Cegerxwînî ye
Avakarê Enstîtuya Çandî ya Kurd-Alman Hakan Akay dibêje, “Em ê helbestên Cegerxwînî derbasî qada dîjîtalê bikin û wan bi nifşên nû re parve bikin. Em behsa kuliyateke ji 900 helbestan dikin, ligel nêzîkî 80 muzîkjen, edebiyatnas, wênesaz, şanoger, helbestkar, nivîskar û lêkoleran, arşîveke mezin û rengîn a xwendina helbestan a bivîdeo derket meydanê.”
Akay anî ziman ku di berdewamiya têkoşîna Kurdan de cih û rola girîng a çand û hunerê dibînin û got: “Ev têkoşîn bi awayekî herî baş bi romanekê, bi straneke xweş, bi helbesteke baş, bi şano û berhemeke sînemayê dikare bê vegotin, em bersiva vê çendê yekser di Cegerxwînî de dibînin, ji ber hindê ew xwediyê zimanê vê serdemê ye.”
Akay diyar kir ku xebateke din jî wekî berdewamiya vê dê bê kirin û wiha got: “Ligel vê xebata helbestên Cegerxwînî em ê 25 helbestên wî yên bijare wergerînin tirkî, almanî, îngilîzî û fransî, di heman demê de em dixwazin ev helbest bêne bestekirin, ji bo wê jî em ê pêşbirkeke bestekirina van helbestan li dar bixin. Bi vê wesîleyê em dixwazin bestekarên nû jî derkevin meydanê.”
900 helbest dê li ser qada dîjîtalê bin
Akay destnîşan kir ku nêzîkî 900 helbestên tomarkirî yên Cegerwînî hene û wiha berdewam kir: “Bi temamî di nava deh dîwanan de ew helbest hatine çapkirin, hinek ji wan di saxiya Cegerxwînî hatine weşandin, paşê perçe perçe hatine weşandin, çapên wan ên duyem jî hene”. Akay diyar dike ku; armanca wan ew e ku temamiya vê kuliyatê derbasî qada dîjîtalê bikin û wan beriya 12 salan dest bi vê xebatê kiriye lê ev salek e xebat şênber bûye. Ew dibêje ku; “min û Keyo Hassan, kurê mezin ê Cegerxwînî, di sala 2012an de li Hewlêrê hev nas kir. Wê demê ez ligel Şivan Perwerî çûbûm Hewlêrê û wekî produktor min xwest izna berhemeke Cegerwînî ji bo hunermendekî jê bistînim. Wî gotibû min ku, gelek keyfa wî bi wê seredanê hatiye, bihêle daxwaza iznê, weşanxane û fîrmaya muzîkê ya ku peymana wan ligel wan heyî, tu agahiyek jî nedane wan û niyeta wan a pak îstîsmar kirine. Wî ji me xwestibû ku em hemû pêdiviyên fermî bi cih bînin û hemû mafên wan ên rewa biparêzin. Bi vî awayî me ligel malbatê hemû proseyên fermî dane destpêkirin û piştî bi salan hemû mafên wan dewir kirin. Mixabin di proseya pandemiya Coronayê de Keyo Hassan jiyana xwe ji dest da. Hem wefata wî û hem jî proseya pandemiyê navbêneke zêde xiste vî karî. Paşê me ligel kek Azad Hassan hemû proseyên fermî yên mayî dane destpêkirin.”
Cegerxwîn di fermiyetê de nîn e
Akay behsa çîroka hevnasîna xwe ya ligel malbatê dike û agahiyeke balkêş parve dike: “di salên 2011-2012an de ji bo berhema hunermendekî ku min albûma wî çêdikir, min xwest bi awayekî nivîskî iznê ji malbata Cegerwînî bistînim. Wextê ez bi kurê Cegerxwînî Keyo Hassan re peyivîm, ez bi rastiyeke din re rûbirû mam. Wan bi dilxxweşî izin da lê ji min xwestin ku ez alîkariya wan bikim, ji ber ku mafên telîfê yên Cegerxwînî dewrî fîrmayeke muzîkê kiribûn ku bi rêya Enstîtiya Kurdî ya Parîsê nas kiribûn. Wan gotin ku metneke bi tirkî pêşkêşî wan kiribûn, bêyî ku ew wê metnê fahm bikin, ji ber xatra navbeynkaran îmze kiribûn, piştî wê jî bi tu awayî agahiyek ji wan re nehatibû şandin. Wan alîkarî ji min xwestin. Ev karên bi Keyo Hassan dest pê kiribûn, piştî mirina wî bi tesdîqa noterê ya hemû xwîşk û birayan, me bi wekaleta Azad Hassan di sala 2018an de dewrî Enstîtuya Çandî ya Kurd-Alman kirin ku ez dameznerê wê me. Wextê me lêkolînên hiqûqî yên lazim derbarê vê meseleyê de kirin, em rastî rewşeke xirab hatin: me dît ku hebûna Cegerxwînî tenê li ser kaxezê ye. Yanî li ser bergên albûmên hunermendan navê Cegerxwînî heye lê di fermiyetê de, yanî di hemû wan ewrakên ji bo wezareta çandî de “”anonîm” (herwekî agahiyek derbarê xwediyê helbestê de nebe) hatiye nivîsîn. Mixabin ev yek ji terefê hunermendên kurd ve hatiye kirin, wefadariyek nehatiye nîşandan. Cegerxwîn hem heye, hem jî nîne, yanî zimanê wî, çanda wî, hunera wî bi tuneyî hatiye hisabkirin. Heke ji bo nedana heqê teîfê be jî hunermendên miletekî yên ku ji bo nasnameya neteweyî, çand û hunera neteweyî têdikoşin, divê vê çendê nekin. Piştî me mafên wî dewir kirin bi tesdîqa malbatê, ka em ê çawa xebatên wî bi awatekî birêkûpêk bigihînin miletî, em ketine pey wê çendê”.
‘Em di serdema dijîtalê de ne’
Akay bal kişand ser wê çendê ku kêmbûna çanda xwendinê bûye sedemê pêşvebirina vê fikrê û wiha axivî: “Ji ber ku em di serdema şaristaniyeke dijîtal de dijîn, bi bikaranîna amrazên serdemê, me hewl da xebatên xwe yên di warê çand, huner û edebiyatê de adapteyî vê serdema dijîtal bikin. Me daxwaz kir ku bi rêya van amrazan em kitêb û helbestan bigihînin miletî. Li aliyê din ê dinyayê jî kurd hene, em ê çawa van bigehînin wan? Niha rêya herî baş cîhana dijîtal e. Em ê bi vê rêyê hewl bidin van tiştan bigehînin her cihekî ku kurd lê dijîn. Helbet Cegerxwîn bi berhemeke wekî ‘Kî Ne Em’ xwe gihandiye her cihekî, di serî de Şivan Perwer, gelek hunermendan bi muzîkên xwe, xwe gihandine wan deran, lê em dixwazin ji wê zêdetir pêk bînin. Mesele kes nizane ku gotinên strana ‘Newroz e Newroz e’ aîdî Cegerwînî ne, ji ‘Şev Çû’ bigire heya bi sedan helbestên bestekirî aîdî wî ne. Em behsa kesekî wisa dikin ku bi kurdîya xwe ya zelal kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi rehetî wî fahm dikin.”
‘Ew rênîşanderek e’
Akay dibêje ku ew ê bi van xebatan berhemên Cegerxwînî derbasî nifşên nû dikin û wiha got: “Cegerxwînî hertim pirsa ‘tu kî yî, em kî ne’ kiriye û daye pirsîn. Lê ne pirsek hişk û ziwa. Wî diyar kiriye ku em xwedî şaristaniyekê, xwedî nirxên xwe ne û divê em bi wê nasnameya xwe serbilind bin, ya ku hin kesan xwestiye wê biçûk bixin. Wî gotiye ku divê em li hemberî wê nêrînê têbikoşin.
Tam jî ji ber vê çendê Cegerxwîn yek ji wan hunermendan e ku hêz daye ruhê neteweyî yê sedsala 20em. Di nav almanan de şaêrek bi navê Heinrich Heine heye, şaêrekî muhim e, yek ji şaêrên serdema romantîk e, nêzîkî 5000 helbestên wî hatine bestekirin. Cegerxwîn jî li Kurdistanê şaêrekî wisa ye û bi sedan helbestên wî hatine bestekirin. Helbestên wî ji bo bestekirinê gelekî bikêrhatî ne. Wextê ew ligel muzîkê digihin hev dibin sermiyana hunerî ya bi hezaran kesan. Hunermendekî xwedî ruhê neteweyî ye ku rê nîşanî wan dide, naverokekê pêşkêşî wan dike. Ji ber hindê lazim e hunermendekî bi vî rengî bigihije nifşên nû”.
Dê li 240 welatan bêne weşandin
Akay diyar kir ku dê ev xebat li temamiya cîhanê di heman kêliyê de bên weşandin û behsa van hûrgiliyan kir: “Cegerxwîn ne hunermendekî wisa ye ku dewra wî temam bûbe, xilas bûbe, ew hem helbestkar, hem nivîskar, hem tarîxzan û hem jî feylefozek e. Ji ber ku temamiya ev taybetiyên em behs dikin li cem wî hene. Ji ber vê jî rêya herî hêsan, herî lezgîn û herî baş a neqilkirina mîrateya wî ji bo nifşên nû ew e ku helbestên wî nivîsandine bi awayekî tendurist û bi telafûzeke resen bêne xwendin. Kêliya ew têne weşandin dê li 240 welatan mirov bi ser hemû platformên dijîtal re bi rehetî bikarin xwe bigehîninê, wan temaşe bikin û guhdarî bikin. Di serî de formatên bingehîn û mezin ên dijîtalê yên wekî Spotify, Itunes, YouTube, dê li hemû cihan berdest bin.”
Dê hunermend bixwînin
Akay destnîşan kir ku xebateke bi vî rengî cara ewil tê kirin û derbarê ka çend helbest derbasî dijîtalê kirine, çend hunermendan ew xwendine, ev agahî parve kirin: “Em behsa kuliyateke helbestê ya qerase dikin. Yanî em behsa kuliyateke nêzîkî 900 helbestan dikin. Arşîveke qerase ya xwendina helbestan pêk tê. Dîsa, ji bo vê xebatê ji çar parçeyên Kurdistanê nêzîkî 80 hunermendên ku di qadên xwe de ji bo çand, sînema, edebiyat, şano û muzîka kurdî ked dane, bi qeydiyên vîdeoyî deng dane. Her yek ji wan kesên di qadên xwe de nasraw, helbestek bivîdeo xwendin. Nêzîkî 700 helbestên wî qet nayên zanîn. Bi vê wesîleyê em dixwazin ji bo hunermendên kurd repertuarekê pêk bînin û daxilî jiyana wan bikin. Ji ber ku êdî di muzîka kurdî de êdî helbest wekî bingeh nayên qebûlkirin, gelek hunermend hewil didin bixwe binivîsin. Lê ji ber ku ji helbestkarên kurdî, çavkaniyên kurdî û destanên kurdî têra xwe nayê îstîfadekirin, her ku diçe gotin siviktir/besîttir dibin. Bi vê egerê em ji bo wan û muzîka kurdî repertuareke nuwaze pêşkêş dikin, tiştekî li wan zêde dikin”.
Wefadariyek ji bo Cegerxwîn
Akay da zanîn ku gelek çeperên fêrker ên vê xebatê hene û got: “Me bi hunermendên ji çar perçeyên Kurdistanê yên kurmanc, soran, zaza û goran re arşîveke bivîdeo ya helbestan, kuliyateke wê çêkir. Ev di heman demê de wefadariyek e ji bo Cegerxwînî û xwedîderketinek e. Li aliyê din, ji bo fêrbûn û fêrkirina kurdî bi rêya telafuzeke durist derfetek e. Dê mirov van helbestan guhdarî bikin, dê bibêjin ev helbest bi vî awayî têne bilêvkirin û bi wî rengî piştgiriyek dê ji bo fêrbûna kurdî çêbibe. Dê li ser Youtube û Spotify’yê hem gotinên wan hem jî telafûzên wan hebin. Mirov dê bikarin hem guhdarî bikin, hem jî gotinên wan bibînin û bixwînin.”
Kesên ku Kurdî baş dizanin
Akay derbarê kesên di nava xetatê de agahî dan û wiha got: “ew kesên deng dane, kurdî baş dizanin, helbestên Cegerxwînî bêyî şîwe xwendine û bi awayekî herî durist telafûz kirine. Di nava wan de Memo Seyda heye ji Rojava, wî sê dîwan xwendin. Hekîm Sefkan jî sê dîwan xwendin, Kî Me Ez, Sewra Azadî û Ronak. Gulistan Îke dîwanek xwend, Ayhan Erkmen, Sidiq Gorîcan û Hamid Omerî jî her yekê dîwanek xwendin. Bi vî awayî me deh dîwan dane xwendin. Me dixwest her dîwanekê kesek din bixwîne, yan ji jinan zêdetir deng hebin, lê ji ber sedemên teknîkî ev pêk nehat û me ji nav gelek kesan ev kes hilbijartin. Em xebateke bingehîn dikin, armanca me ew e ku kitêb û helbest bi formata matbû sînordar nemînin û bi rêya dijîtalê derbasî hemû nifşan bibin. Di heman demê de em ê tevkariyekê ji bo hemû saziyên çand û hunerê, tevgerên zimanî pêk bînin. Me ji bo vê xebatê ekîbeke taybet û mobîl çêkir. Ji bo qeydiyên hunermend û edebiyatnasên nasraw ên li Kurdistan û Tirkîyeyê, koordînatorê xebatê Cumhur Ölmez û berpirsê vîdeo, qeydiyên dengî, edît û montajê Azad Dogru bajar bi bajar geriyan hemû qeydî bi xwe girtin. Me qeydiyên hunermend û edebiyatnasên li Ewropayê li Koln û Berlînê stendin. Me hisabeke YouTubeyê vekir û dê hemû dîwan ligel metnên wan ên redaktekirî li vê derê bêne weşandin. Ji bo YouTubeyê me vîdeoyên bi dîzaynên taybet amade kirin”.
‘Ev têkoşîn herî baş bi stranekê dikare bê vegotin’
Akay behsa taybetiyên piralî yên Cegerxwînî kirin û wiha berdewam kir: “Em dikarin bibêjin ku Cegerxwîn yek ji wan helbestkarên ewil e ku behsa jinan û pêşveçûna wan kirî. Tenê bi awayekî sloganîk ev behs nekiriye, edebiyata vê çendê jî kiriye û bi taybet wextê helbesta wî ligel muzûkê bûye yek, rê li ber têkoşîna kurdî vekiriye, jê re qadek pêşkêş kiriye. Yanî ew hemû malên ku siyasetê nekariye têkevê, helbestên Cegerxwînî bi muzîkê têketinê. Bi vî awayî, aliyên Cegerxwînî yên siyasî, polîtîk, edebî, hunerî û di heman demê tarîxî hene. Di heman demê de aliyekî wî yê feylesofî heye. Çunkî Cegerxwîn kesekî wisa ye ku bawerî bi têkoşîna sosyalîst anîye û aîdî wê çandê jî ye. Yanî kurdekî modern e. Ew tesîreke zêde li têgihiştina sosyalîst a dewra xwe dike û di helbestên xwe de têgihiştina rexneya kesateya sosyalîst baş vedibêje. Di ‘Kî Ne Emê’ de şano heye, tarîx heye, felsefe heye, polîtîka heye, stratejî heye. Hûn çi bixwazin tê de heye. Wextê em berê xwe didin proseya aktuel a em tê de, em bi zelalî dibînin ka ji bo têkoşîna kurdan a siyasî, çand û hunerê rolekî xwe yê çiqas mezin heye. Ev têkoşîn bi romanekê, bi straneke xweş, bi kilameke baş dikare bê gotin. Bersiva vê çendê em di Cegerxwînî de dibînin. Ji ber hindê jî ew xwediyê zimanê vê dewrê ye.”
‘Em difikirin ku pêşbaziya besteyan li dar bixin’
Akay diyar kir ku ew dê van xebatên xwe pêşdetir bibin û wiha behsa xebateke bi vî rengî kir: “Em ê ligel vê xebatê 25 helbestên bijare yên Ceegerxwînî wergerînin tirkî, almanî, îngilîzî û fransî, em ê wan wergerînin van çar zimanan. Dîsa em dixwazin helbestên wî bêne bestekirin, yanî em ê pêbaziyekê li dar bixin ji bo nifşên nû, niha em li ser wê dixebitin.”
Akay di heman demê de behsa amadekariyên ji bo xebateke din jî dike: “piştî vê xebatê projeyeke me ya din heye, em ê hemû stran û kilamên arşîva Radyoya Erîwanê, ku me di sala 2020an de weşandibûn, bi awayê helbestkî bidin xwendin. Bi vî awayî, em ê van berhemên biqîmet ên xezîneya çanda me ya gelêrî wekî helbest bidin xwendin û ji bo civata hunerî repertuareke berfireh pêşkêş bikin. Dîsa, projeya me ya “Antolojiya Dengbêjên Kurdistanê” heye ku ji arşîva dengbêjan, xezîneya eslî ya çanda Kurdî pêk tê, em ê hemû gotinên wan kilaman bi helbestkî bidin xwendin. Berhevkarê “Antolojiya Dengbêjên Kurdistanê” Cewad Merwanî ye ku bi salan e li ser dixebite û gihandiye merhaleya dawiyê. Piştî ku xebata antolojiyê bikeve proseya çapê, em ê hem hûrgiliyên derbarê xebatê de, hem jî tevkariyên Cewad Merwanî yên ji bo cîhana me ya çand û hunerî parve bikin.
Lînkên Fermî yên hesabê Cegerxwîn a YouTubeyê bi vî rengî ye: https://www.youtube.com/channel/UCkYC7Y9MU4zoKjCUH33pPYQ
Cegerxwîn kî ye?
Cegerxwîn di sala 1903an de li gundê Hesarê yê ser bi navçeya Kercewsa Batmanê ve hatiye dinyayê. Navê wî Şêxmûs e. 11 bira û xwişkên wî hebûn. Ew li medreseyên Kurdî dixwîne û dibe mele. Paşê jî ew bi xwe dihese û dibe welatparêzek ji Kurdistanê. Gelek salan meletiyê jî dike. Di 1946an de Cegerxwîn dikeve Xoybûnê û lê kar dike. Di navbera 1948 û 1957an de ew dibe komûnîst û endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Dû re di 1949an de ew cara pêşî tê girtin. Di 1950î de ew dikeve Civata Aştîxwazên Sûriyê û bi wan re kar dike. Di navbera 1973 û 1975an de ew ji ber sîtemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe ya sêyê ‘Kî me ez?’ û ya ‘Salar û Mîdya’ çap dike. Di 1976 û 1979an de ew vedigere Sûriyê û heta sala 1979an li wir dimîne.
Di sala 1979an de Cegerxwîn diçe welatê Swêdê, li bajarê Uppsalayê dijî. Ew di 22yê Cotmeha 1984an li Swêdê dimire. Cenazeyê wî li Qamişloyê hatiye veşartin.