Belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Newroz Ay û xwişka wê Zozan Ay ku di pîrozbahiya Newroza li navçeya Çinarê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li navçeya Çinarê ya Amedê di pîrozbahiya Cejna Newrozê de belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Newroz Ay û xwişka wê Zozan Ay ji ber belavkirina rojnameyan ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Piştî ku Newroz û Zozan Ay li Midûriyeta Polîsna a Çinarê îfade dan, hatin berdan.