Koordînasyona Amadekariya Bajarê Jinan a Amedê deklarasyona “Ber bi Bajarê Jinan Amedê ve” eşkere kir li Eywana Alî Emîrî ya şaredariyê eşkerekirin. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku ew ê bajarê Amedê bi hişmendî û hest û ramanên jinan ji nû ve ava bikin û bi rê ve bibin.
Koordînasyona Amadekariya Bajarê Jinan a Amedê Deklerasyona “Ber bi Bajarên Jinan Amedê ve” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi civînekê eşkere kir. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistin û komeleyên jinan, xebatkarên jin ê şaredariyê û gelek jin tev li bernameyê bûn. Bername bi axaftina Hevşaredar Serra Bucak dest pê kir.
Berdevka Meclîa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî axivî û bal kişand ser girîngiya projeyê.
Piştre deklerasyona bi Kurmancî Endema Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Guler Kiliç xwend, deklarasyona bi Tirkî jî Sekreterê Giştî yê Konseya Bajêr a Amedê Selvî Tûnç xwend.

‘Bi feraseta azadiya jinan em ê bajarê xwe bi rê ve bibin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku bajar bi hişmendiya mêrperest dihate bi rêvebirin lê ji bo avakirina bajarekî nû ya jinan têkoşîna xwe berdewam dikin û got: “Me destnîşan kiriye ku divê jin di her qadê de bi biryar bin. Em bi berpirsyariyeke mezin re rû bi rû ne. Me ji xwe armanc kiriye ku di rêveberiyên xwecihî de em ê bi feraseta azadiya jinan bajarê xwe ji nû ve ava bikin.”
‘Em ê bi jinan re pêşerojeke azad li Amedê pêk bînin”
Halîde Turkoglu jî anî ziman ku bajarên jinan di paradîgmaya wan de; bajarê gelan e, bajarên jinan bajarên azadiyê ne û got: “Têkoşîn û siyaseta wan di vî warî tê kirin. Em di qada demokrasiya xwecihî de bajarê jinan ava dikin. Em ne tenê şêwazek nû ya rêveberî û siyasetê derdixin pêş. Armanca me ew e ku têkoşîna azadiya jinan di nava demokrasiya xwecihî de nîşan bidin û komareke demokratîk a bi pêşengiya jinan ava bikin. Ez bawerim em ê bi jinan re pêşerojeke azad li Amedê pêk bînin.”
‘Jin bi salan e hem barê bajêr û hem jî hafizaya wê hildigirin’
Encumena Şaredariyê Guler Kiliç jî deklarasyon xwend û anî ziman ku ev deklarasyon ji bo avakirina Amedê ya jî nû ve jî hêla jinan ve bi hevpar hatiye diyar kirin û wiha got: “Ev deklarasyon, soza me ya hevpar e ji bo avakirina Amedê ya ji nû ve ji hêla jinan ve. Vîna kolektîf a jinên ku şopa şer, koça bi zorê, xizanî, rejîmên qeyûm û tundiya mêr hem di bedena xwe de hem jî di taxa xwe de hildigirin e; ev vîn radigihîne ku ew domandina rewşa heyî ya bajêr qebûl nakin û mafê gotin û biryardayîna li ser bajêr paşve digirin. Bajar ji bo me ne tenê xêzeke li ser kaxezê nîn e ku di planên îmarê de hatiye sînordarkirin; qadeke jiyanê ya zindî ye ku jin tê de nefesê distînin, dema xwe ava dikin, bîra xwe hildigirin û rûtên meşê yên rojane lê hûnandine. Ji ber vê yekê em bajêr bi aqil û hesta jinan ji nû ve pênase dikin.”
‘Sepanên qeyûm saziyên jinan girtin’
Guler Kiliç axaftina xwe wiha domand: “Avakirina bajarê jinan, xwe ji mîrateya rêveberiya herêmî ya jin-parêz a Amedê xwedî dike. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Midûriyetên Polîtîkayên Jinan, navendên jinan, parkên jinan, kooperatîfên jinan, bazarên taxan ên jinan, sepanên şofêriya otobusê ya jinan û xebatên mîna van ku salên berê hatibûn avakirin, gavên yekem û bihêz ên xeta ku em îro ava dikin pêk tînin. Sepanên qeyûm rasterast ev xet kirin hedef, xerabiyeke giran çêkirin û saziyên jinan girtin. Tevî vê yekê, şopa vê azmûnê di hafizaya kolektîf û li qadê de jiyana xwe domandiye.”

‘Bi sedan jinan piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk girtin’
Guler Kiliç destnîşan kir ku bi kampanya ya “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Tundiyê bi Hev re Rawestînin” re navendên piştevaniya jinan, qadên bêhnvedanê û xetên serlêdanê ji nû ve hatine vekirin û ev tişt gotin: “Xebatên me yên du salên dawî jî ev xet şonkurtir kiriye. Bi kampanya “Gotina Me Neqediyaye, Em ê Tundiyê bi Hev re Rawestînin” re navendên piştevaniya jinan, qadên bêhnvedanê û xetên serlêdanê ji nû ve hatin vekirin; bi sedan jinan piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk girtin. Li parkan, gundan û festîvalan bi deh hezaran jin hatin cem hev; di her hevdîtinê de derket holê ku têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi mekanîzmayên serlêdanê yên bilez sînordar nabe; li dijî polîtîkayên xizankirinê û xebata bêewle, hûnandina xeteke herêmî û xuyabûna di mekanên giştî de mafekî bingehîn e.”
‘Em ê bi israra aştiyê ya jinan bajaran ji nû ve ava bikin’
Guler Kiliç anî ziman ku bi vê deklarasyonê, niyet in ku bi rêveberiyên xwecihî yên DEM Partiyê, Meclîsa Bajêr, rêxistinên jinan, sendîka, odeyên pîşeyî, rêxistinên ekolojî û astengdaran, platformên zarok û ciwanan re; bajêr bi aqilê jinan, bi keda jinan, bi hafizaya jinan û bi israra aştiyê ya jinan ji nû ve ava bikin û got: “Tiştê ku em jê re dibêjin ‘bajarên jinan’, nivîsandina gotina vê coxrafyayê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, li ser plana îmarê, li ser budçeyê, li ser navên park û kolanan, li ser otobusan, li ser qadên lênihêrînê û li ser mekanên hafizayê ye.”
Guler Kiliç di deklerasyonê de prensîbên bingehîn ên bajarên jinan wiha rêz kir:
* Perspektîfa jin-parêz û jin wekî kirdeya avaker.
* Têgihiştina rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û komunal.
* Temsîliyeta wekhev û hevserokatî.
* Jiyana bê tundî û avakirina civakî ya aştiyê.
* Têkoşîna hevpar a li dijî xizanî, newekheviya çînî, talana xwezayê û eko-kirimê.
* Kolektîfkirina lênihêrînê û polîtîkaya civakî ya hestiyarî zayendiya civakî.
* Aboriya herêmî ya bi giraniya piştevaniyê û kedê.
* Mafê bajêr ê pirzimanî, pirnasnameyî, pirbawerî û naskirina hafizaya herêmî.
* Wekhevî ji bo jinên astengdar, koçber, penaber û jinên ji komên temenî yên cuda.
* Hesabdayîn, şefafiyet û şopandin.

















