Hevberdevkê Têkiliyên Dervê yê DEM Partî Berdan Ozturk di hevdîtinên budçeya Wezareta Karên Derve de axivî polîtikayên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê rexne kir û ji Hakan Fîdan re got: “Hûn nikarin vê pirsgirêka ewlehiyê bi gefan çareser bikin.”
Li meclisê hevdîtinên budçeya navendî ya sala 2026an berdewam dikin. Komîsyona budçeyê îro jî ji bo hevdîtina budçeya Wezareta Karên Derve civiya. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî beşdarî civînê bû.
Di hevdîtina budçeyê de parlamantera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî axivî û bi lêv kir ku budçe ji şer re tê veqetandin. Meral Daniş Beştaş bal kişand ser têkiliya serokê hikumeta demkî ya Şamê Ahmet El Şera û Hakan Fîdan û axaftina xwe wiha domand: “He duh 10 milyon dolar danîbûn serê wî. Lê niha hûn hembêz dikin. Baş e hembêz bikin. Em tiştek nabêjin. Lê çima hûn Mazlum Abdî hembêz nakin. Çima bi Îlham Ahmed re nacivin. Madem hûn dostê Kurdan in, 5 milyon kurd li wir dijîn.”
‘Hûn nikarin pirsgirêkan bi gefan çareser bikin’
Hevberdevkê Têkiliyên Dervê yê DEM Partî Berdan Ozturk jî siyaseta Tirkiyeyê li Sûriyeyê rexne kir û wiha axivî: “Hûn îdia dikin ku ji bo Tirkiyeyê pirsgirêka ewlehiyê ye. Lê hûn nikarin vê pirsgirêka ewlehiyê bi gefan çareser bikin. Berevajî vê, bi berdewamkirina vê siyasetê, hûn rê li ber hêzên herêmî û cîhanî vedikin ku hem di mijara Sûriyeyê de û hem jî di mijara pirsgirêka kurd de destwerdanê bikin. Ji ber vê yekê, her gavek ku tê avêtin, her têkiliyeke ku tê danîn û her daxuyaniyeke ku tê bikaranîn giranî û berpirsiyariyeke mezin hildigire. Her çend deriyek ji bo aştiyê vebe û derfet derketine holê jî, divê siyaseteke ku îradeya gel paşguh dike neyê domandin. Me qet nedîtiye ku wezareta we Eeewî, kurd û xiristiyanan diparêze. Heke hûn dixwazin encamên pêşerojê yên dîplomasiya ku li Sûriyeyê, hem berî û hem jî piştî Esed tê kirin bibînin, em pêşniyar dikin ku li Kibrisê binêrin. Zirara ku ji hêla siyaseta derve ya leşkerî û ewlehî-navendî ya Tirkiyeyê ya demdirêj a li ser Kibrisê ve hatî çêkirin aşkere ye. Bakurê Kibrisê ji ber van polîtîkayên ewlehî-navendî hatiye tecrîdkirin û bê çareserî maye.”













